Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mîthat Sancar, di civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe ya Parlamentoyê de axiviye.
Sancarî ji bo doza ku Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo partiya wan bigire vekiriye, wiha gotiye:
“Me di paraznameya xwe de me bal kişand ser wî tiştî ku doz bi sedemên siyasî vekirine. Ev di rastiyê de rewşeke gelekî çelexwarî ye. Hewce nake ku em behsa vê bikin, lewre em hemû jî şahidiyê jê re dikin.
“Hevkarê biçûk ê desthilatê, em nizanin hevkar e lê na lê tiştekî biçûk heye, partiyek heye. Wê jî kampanyayek saz kir. Desthilat jî ji vê re bêdeng ma û qe nebe rê jê re vekir û di encama vê kampanyaya xurt de doz vebû ku bi rengekî vekirî dozeke siyasî ye ev.
“Her çend em bibêjin hewce nake em bi berfirehê behsa vê bikin jî divê em di dîrokê de binivîsin. Divê em vê nîşanî wicdanê gelan bikin.
“Aha ji xwe paraznameya me ya cewherî jî van tiştan aşkere dike. Di paraznameya me ya cewherî de daxwazên me hene, argumanên me hene, hincetên me hene.”
“Dadgeha Destûrî dikare vê lîstika xeter ji nav bibe”
“Derfetên Dadgeha Destûra Bingehîn heye ku vê lîstika tarî û xeter ji nav bibe. Him bi sedemên hiqûqî him jî bi sedemên wicdanî, kelûpelên wê hene ku vî tiştî bike.
“Ji ber wê ye ku em dixwazin Dadgeha Destûra Bingehîn bêyî esasa wê binirxîne, bêyî ku qonaxên din bide destpêkirin, divê niha demildest vê dozê ret bike.” (AS/FD)