Narîn Gûran di 21ê Tebaxê de li Taxa Tavşantepe ya navçeya Rezana Amedê wenda bûbû û termê wê di 8ê Îlonê de li Çemê Egertutmazê hatibû dîtin. Danişîna doza Narîn Guranê îro li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.
Bersûcên girtî dayîka Narînê Yuksel Guran, birayê wê Enes Gûran, apê wê Salim Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar ji bo bên darizandin anîn Edliyeya Amedê. Gelek parêzer, parlamenter û rojnameger li ber salona danişînê li sekinî ne. Hunermend girtin salona dadgehê.
Daxwaza beşdarbûnê ya baroyan
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erinç Sagkan, diyar kir ku ew dixwazin tevkariyê li pêvajoya darazê ya doza qetilkirina Narîn Guranê bikin û xwest ku beşdarî dozê bibin. Sagkan got, "Em dixwazin lêpirsîn bi awayekî adilane bê meşandin" û destnîşan kir ku qebûlkirina vê daxwazê wê li gorî erka TBBê ya parastina mafên mirovan be. Bi bîr xist ku beriya niha daxwaza wan a ji bo tevlîbûna doza Tahîr Elçî hatibû qebûlkirin, diyar kir ku dixwazin tevlî vê dozê jî bibin.
Serokê Baroya Amedê Guleç: Delîl hatin nixumandin
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî di danişînê de axivî û wiha got: “Kuştina Narîn Guranê bi hovane hate kirin û bandoreke giran li ser hesata edaletê ya civakê kir. Weke civak divê em nîqaşan bikin bê ka dê çawa pêşî li qetilkirina zarokên mîna Narînê û jinan bigirin.”
Guleç, wiha domand: “Li gorî qeydên kamerayan, di xebata sttasyona bazê ya tengkirî de, her 4 bersûcên li vê derê li mala Narîn Guranê xuya dikin. Di vê lêpirsînê de hinek kêmasî hene. Ez vê girêdayî vê yekê dikim. Hêzên edlî tune ne, hêzên îdarî hene. Ji destpêka bûyerê ve li ser îxtîmala windabûna Narînê sekinînin.
Min got ‘li gund her kes xizmên hev in û heke zarokek 5 saetan neyê dîtin, wê demê hatiye kuştin. 19 rojan termê Narînê nehat tespîtkirin, nekarin cenazeyê wê bibînin. Ji ber ku cenazeyê Narînê hate veşartin, hemû nûve û nûveyên DNAyê hatin tunekirin. Lewma jî em girîngiyê didin wê tespîta îdianameyê. Li gorî me jî xebatên stasyona bazê girîng in. Civak jî ji ber vê tespîtê dixwaze ku şandeya dadgehê biryareke adilane ku wijdana civakê rehet bike bide.”
Parêzerên bersûcan: Divê mafê darizandina edîl esas were girtin
Parêzerên bersûcan îdia kirin ku ji bo ronîkirina kuştinê ew jî di nava hewldanan de ne. Parêzeran xwestin ku dadgeh nerm nêzî daxwaza mudaxilbûna dozê bibe û wiha gotin:
“Em dixwazin ev hevsengiye were parastin. Li gorî xala 6emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mafê darizandina adilane ya bersûc heye. Divê ji bo vê derfet jê re bê dayin. Em dixwazin ev hevsengî esas were girtin û li dijî daxwaza tevlibûnê ya rêxistinên hiqûqî û baroyan dadgeh hinek nerm nêz bibe.”
Bahtiyar: Ez nizanim bi çi awayî hat kuştin
Dema ku Nevzat Bahtiyar di danişînê de parastina xwe dikir, bavê Narînê, Arif Gûran nerehet bû û ji salona dadgehê hat derxistin. Hat dîtin ku Enes Gûran rû û porê xwe girtiye û Salim Gûran cil û bergê taxim li xwe kiriye.
Bersûc Nevzat Bahtiyar got; “Roja bûyerê ji bo avê li Salîm geriyam. Ava me hatibû birîn.” Bahtiyar, bi domdarî got:
“Gelo mafê min ê bêdengmayinê heye?” Serokê dadgehê jî got; “Erê.” Dadgehê pirsa “Tu dixwazî bûyerê vebêjî yan na” ji Bahtiyar kir û wî jî got “tune ye.”
Serokê Dadgehê destnîşan kir ku Bahtiyar heta niha du îfade dane û jê pirsî bê ka kîjan jê rast e. Bahtiyar jî got; “Îfadeya min a dawî rast e.”
Bahtiyar, wiha got: “Ez bi meşê çûm mala Narîn Guranê. Wesayîta min li jêrê bû. Salîm Guran jî wê demê li jor bû. Li jêra mala me bû. Ev der, devera axûrê ye. Ez û Salîm tenê li wir bûn. Ji bilî Salîm min tu kes li wir nedît. Salîm Guran li jorê bû. Min jî li jêrê avdanî dikir. Salîm Guran li derve bû, wesayîta wî tune bû.”
Serokê dadgehê îfadeya Salîm Guran a di demên berê de digot; “Ji min re got tavilê ji wesayîtê dakeve û min bişopîne” jê pirsî. Bahtiyar, got; “Tiştekî wisa tune ye.” Serokê dadgehê îcar pirsa “Başe lê çima tiştekî wiha li dozgeriyê got?” kir. Bahtiyar jî ev bersiv da: “Ez wê demê tirsiyabûm. Bi çekê gef li min xwarin.”
Bahtiyar gelek pirs bi gotina “Tune” bersivand.
Bahtiyar, ji bo pirsa; “Salîm ji te re got were kar heye û tu çûy wê derê. Di wê kêliyê de tu deng, qêrîn, mirina zarokê û hwd. ji malê bihîst yan na?” Bahtiyar jî got; “Na.” Bahtiyar, ev îdiaye kir: “Ez ketim malê. Çûm odeyekê û Narîn li wir li erdê bû. Ji min re got. Bûyereke wiha heye. Ji ber ku di navbera min û dayika wê de têkilî heye. Ji min re gotin; ‘Ez di têkiliya zayendî de bûm, Narînê dît, mie jî kuşt.’”
Bahtiyar, pêvajoya piştî dîtina cenazeyê Narînê jî wiha vegot: “Ji min re got dê vê bibî û tune bikî. Salîm ji min re got vê bibe biavêje cihekî.”
Ji bo pirsa “Te beriya niha qet cenaze dîtibûn?” jî bahitiyar got; “Na.” Bahtiyar, got ku gefa kuştinê lê tê xwarin. Bahtiyar, anî ziman ku Salîm Guran derketiye derve û betaniyeyek bi xwe re aniye û wiha pê de çû: “Min ji ewil bi betaniyeyê pêça û piştre bir axûra mala me. Kesekî nedît. Piştre jî me xist tûrikî.”
Bahtiyar, got: “Dema me Narîn xistî wesayîtê, Yuksel digiriya.” Ji bo pirsa bê ka çima piştî cenaze xistî tûrikî biriye axûrê jî Bahtiyar wiha got: “Ez li ser vê fikirîm. Min bir axûrê dît ku tûrik di nav de ye. Li ser cilûbergên Narînê hebû.”
Bahtiyar, diyar kir ku Salîm Guran tûrik hilgirtiye û xwestiye ku li devera jê re dibêjin “gol” parçe bike û got: “Lê belê min xwe têkilî cenazeyê nekir.” Di vê navberê de bav Arîf Guran dest bi girî kir.
Bahtiyar, îdia kir klu ji ber tirsa Salîm Guran nekariye bûyerê vebêje. Bahtiyar ji bo pirsa “Narîn çawa hate kuştin?” jî wiha got: “Ez nizanim lê li gorî min dibe ku girê dabin û wisa kuştibin.”
Bahtiyar, ji bo pirsa “Tu çima îtîrafan ji bo dadgehê dikî?” jî wiha got: “Wijdana min qebûl nake lewma min îtîraf kir.”
Bahtiyar, da zanîn ku birayê wê hefteyek berê hatiye serdana wî û jê re gotiye ku heke sûcî li xwe bigire dê pereyan bidin wî. Bahtiyar, got: “Min qebûl nekir.”
Îfadeya Enes Guran
Danişîn, bi îfadeyên bersûcê girtî Enes Guran berdewam kir. Guran, têkildarî roja bûyer qewimî wiha got: “Ez ji Arguvan a Meletiyê hatim. Li xurbetê dixebitîm. Bi şev hatim malê, bavê min ez ji otogarê girtim. Dema min hewl dida xwarinê germ bikim, dayika min hat. Ez dayika xwe çûn ser banî. Dema sibehê hişyar bûm, min dayika xwe dît. Piştre jî bavê min Arîf Guran û kekê min daketin jêr. Me xwarin xwar. Muzaffer Guran jî hate xwarinê. Ew û bavê min çûn Êlihê. Narîn hat. Narînê ji dayika min re got; ‘Ez ê biçim mizgeftê’ û çû. Ez jî razam. Saet derdora 16.00’ê ji malê derketim. Çûm dikanê û min vexwarina enerjiyê kirî. Min ji bo zarokê astengdar ê bi navê Suleyman Kaya jî heman tişt kirî... Muhammet Yagmûr û Şevket çûn malê û ez û Muhammet Kaya jî çûn aliyê kaniyê. Saet derdora 17.30’ê nîvê hatim malê. Min li telefona xwe nihêrt û dît ku hatiye girtin. Xwendin û nivîsandina dayika min tune ye lewma li bavê xwe û kekê xwe geriyam û min got ez ê neyêm xwarinê. Piştre min bi hevalên xwe re cigare dikişand.”
Tevî ku serokê dadgehê jê re got ku îfadeyên wî hev nagirin jî Guran, ev bersiv da: “Ne ku ez hinek tiştan venabêjim lewma, ez şoq bûbûm lewma wisa bû.”
Balkêş e ku Enes Guran got qet neçûye axûrê. Guran, wiha domand: “Di roja duyemîn de me tevî cendirmeyan dest bi lêgerînê kir. Ez ketim paca biçûk a Nevzat Bahtiyar.”
Ji bo pirsa têkildarî têkiliya di navbera dayika wî û Salîm Guran de jî Enes Guran, wiha got: “Ev pirs divê ji min neyê kirin, di dawiya dawî de dayika min e.” Serokê dadgehê jî lêborîn xwest û got ku ji bo faîl were dîtin dipirse. Ji bo pirsa têkildarî şopa leqê ya li ser milê wî jî Guran wiha got: “Rewdeyeke zilaman li benda bêdengkirina jinan e.”
Dema pirsa “Tu çima li vê derê yî?” jê hate kirin jî Esen Guran got; “Nizanim.” Serokê dadgehê pirsa “Dema xwişka te Narîn mirî te guman ji kê birin?” jî Enes Guran wiha got: “Ji ewil min guman ji mamê xwe Salîm Guran birin.” Ji bo pirsa “Dema ev îdia derketin holê û tevî dayika xwe hatî binçavkirin, te qet ev meseleye ji dayika xwe pirsî yan na?” jî Enes Guran got; “Min tu tişt nepirsî.”
Serokê dagehê pirsa “Gelo îxtîmal heye ku Salîm Guran kuştibe?” kir û Enes Guran got; “Ez wê nizanim.” Ji bo pirsa “Îxtîmal heye ku Nevzat Bahtiyar kuştibe?” jî got: “Dibe ku ji ber firotina wesayîtê be. Di dema cemaeta mezinan de bavê min jê re got; ‘Wî pereyî tu bi ku de bibî bîne.’”
Serokê dadgehê pirsa “Baş e Enes, bavê te di daxuyaniyên çapemeniyê de dibêje ‘Ma Nevzat kî ye?’ Ji xwe ma Nevzat kî ye.. Ma ew qanaeta te heye ku kesekî wiha plan çêkiribin?” kir. Enes Guran jî got; “Dibe ku Nevzat pere dabe Narînê û hînî xwe kiribe.”
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren pirsa “Te 6 caran îfade da û temamiya îfadeyên te hev nagirin. Hêzên ewlekariyê cara ewil kengî bi te re ketin nava pêwendiyan?” kir. Enes Guran jî got; “Nizanim roja 3’yan bû yan ya 4’an. Wê demê ji min pirsîn bê ka bi ku de çûme û hatime.” Dema Eren bersiva pirsan dida, ji parêzerên xwe pirsa “Gelo ez qala îşkenceyê bikim dibe?” kir.
Axaftina di navbera Enes Guran û Nahît Eren de wiha ye:
N. Eren: Kengî ji te re gotin ‘Narîn winda bûye’?
Enes Guran: Ji min pirsîn.
Nahît Eren: Te çi got?
Enes Guran: Herî dawî saet di 16.30’an de.
Nahît Eren: Ma mirov nakeve nava liv û tevgerê?
Enes Guran: Min ji wan re gotibû ku min dest pê kiriye. Ez ê niha biaxivim, nabe.
Dîmenên îşkenceyê bi min dan temaşekirin
Serokê dadgehê pirsa “Îfadeya di 12’ê îlonê de hatiye dayin, di bin îşkenceyê de hatiye dayin?” kir. Enes Guran got; “Erê.” Ji bo pirsa Nahît Eren a “Dema ji ATK’a Stenbolê vegeriyayî tu ji ewil çûy mala kê?” wiha bersiv da: “Ez çûm mala Huseyîn Guran. Tiştên qewimî ji min pirsî.”
Li ser vê yekê Nahît Eren pirsa “Di îfadeya te di bin îşkenceyê dayî de pênase û îfadeyên te derheqê Nevzat de dane jî bi vê re eleqedar in an na?” kir. Enese Guran, got; “Ez bi eşkereyî bibêjim. Dema têkildarî Salîm Guran pirs ji min dihatin kirin, îşkence li min kirin. Tiştên ez derheqê Nevzat de dibêjim rast in. Mirovê herî qirêjî yê gund e. Lalete ye.”
Enes Guran, ji dadger re got ku cendirmeyan kêliyên îşkence li dayika wî Yuksel Guran dikirin bi wî dane temaşekirin. Her wiha got ku niha di hucreyê de dimîne û haya malbata wî ji vê rewşê nîne.
Parêzerên bersûcan baro tohmetbar kir
Parêzerê bersûc Enes Guran wiha got: “Di lêpirsîna doza Narîn Guranê de hema hema tevahiya bersûcan rastî muameleyeke dermirovî hatin. Her çend em li vê derê mudafiiyên bersûcan jî bin, ji bo ronîkirina dozê li vir in. Rêveberiya berê tişta pêwîst nekir.” Parêzeran mudaxileyî pirsên ji Enes Guran re kirin. Li ser vê yekê li eywana danişînê demekî kin rageşî derket.
Nahît Eren, bersiv da gotinên parêzerê bersûc û wiha got: “Dema endamên malbatê hatin cem me, hinek ji wan gotin mist li wan hatiye xistin û hinekan jî gotin di bin avê de hatine girtin. Me jî ji wan xwest ku di vê mijarê de serî li baroyê bidin. Di vê mijarê de we tenê yek serlêdan ji bo Baroya Amedê nekiriye. Bi sala ye em vê têkoşînê didin. Li vir, eywana danişînê ne cihê wê ye ku daxilbûna Baroya Amedê were nîqaşkirin.”
Serokê dadgehê navber da danişînê.
Kî dozê dişopîne?
Ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsûm Kav û Îzel Uysal, ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Bîrsen Baş Topaloglû, Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş, Parlementera DEM Partiyê û Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Seroka Şaxa Jinan a CHPyê Asu Kaya, Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Baroya Amedê Abdullah Guleç, parêzerên Komeleya Pêşî Jin û Zarok, Sebahat Tuncel, pêkhateyên Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê û pêkhateyên wê, Parlamenterê Huda-parê yê Mêrsînê Faruk Dînç danişînê dişopîne.
îdianame
Narîn Gûran di 21ê Tebaxê de li Taxa Tavşantepe ya navçeya Rezana Amedê wenda bûbû û termê wê di 8ê Îlonê de li Çemê Egertutmazê hatibû dîtin. Di îdianameya derbarê kuştina Narîn Guranê de derbarê 4 bersûcên girtî de Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsîn temam kiribû.
Di çarçoveya lêpirsînê de 23 gumanbar hatibûn desteserkirin. Apê Narînê Salîm Guran, dayîka wê Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran û Nevzat Bahtiyar jî di nav de 12 kes hatibûn girtin.