Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin bi Serokkomarê Hukumeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed eş-Şara re li Şamê civîyan. Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Hevserokê wê yê berê Salih Muslim têkildarî vê civînê û rewşa Sûriyeyê ji bianetê re axivî.
Muslim derbarê hevdîtinên di navbera Şam-Rojava de yên piştî Peymana 10ê Adarê û têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng da.
Peymana 10ê Adarê a ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Hukumeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed eş-Şara de hate îmzekirin, çi guhertin anî herêmê? Hûn serdana dawî ya Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê çawa dinirxînin?
Piştî îmzekirina Peymana 10ê Adarê, nêzîkatiya Tirkiyeyê guherî. Ev peyman di navbera her du aliyan de di bin çavdêriya Amerîkayê de hat çêkirin. Tirkiyeyê ev peyman qebûl nekir ji ber ku ew di nav peymanê de nebû. Heta îro jî ji bo ku ev peyman pêk neyê çi ji destê Tirkiyeyê hat, kir. Di çarçoveya polîtîkaya xwe de ji destpêkê ve hewl da ku vê yekê têk bibe.
"Divê Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê bikişine"
Îro, ji ber ku her du alî jî bi biryar in ku bigihîjin rêkeftinekê, hin daxuyaniyên erênî hatin dayîn. Lêbelê bi hatina wezîrên derve û parastinê ji bo Sûriyeyê bûyerên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin. Ne mimkûn e ku ev ji hev werin cûdakirin. Ji bo peyman were berdewamkirin divê Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê bikişîne û hikûmeta Şamê ji bandora Tirkiyeyê dûr bikeve.

"Modela rast pergalek nenavendî ye"
Gelo Peymana 10ê Adarê ji bo lihevkirinek demkî ye? Pêşniyarên we ji bo çareseriyek mayînde li Sûriyeyê di demek dirêj de çi ne?
Tişta ku em dixwazin ew e ku destûrek bingehîn a rast û dirust çê bike. Divê ji bo hemî pêkhate, komên etnîkî û olî bibe çareseriyek berfireh. Bi rastî, divê berê li ser vê pirsgirêkê bisekiniya û piştre li ser çareseriya pirsgirêka leşkerî bisekiniyaban. Lêbelê ew ji destpêkê ve dixwazin HSD hilweşe. Armanca wan ew e ku berxwedana li vir bêparastin bimîne. Qetlîamên li ser Elewî û Durziyan hê jî berdewam dikin tevî vê yekê ew dixwazin me bê parastin bihêle, ev tê çi wateyê? Ev ji bo me pir xeternak e.
Bê guman, demokratîkbûn ne tiştek e ku di rojek an du rojan de çêdibe; lê pêşîniya me Destûr Bingehîn e. Bi destûreke nû, her kes dê bizanibe çi bike û bi ku ve girêdayî be. Di derbarê rêveberiyê de, em bi taybetî daxwaza xweseriyê dikin.
We pergalek nenavendî pêşniyar kiribû, hûn hîn jî li ser vê nêrînê ne?
Sîstemek nenavendî ji bo vir dikare bibe modelek rast. Nîqaş wiha ne: Sûriye xwedî bajaran e. Her bajarek dikare bi serê xwe bibe xwediyê pergalek nenavendî û dikare rêveberên xwe hilbijêre û saziyên xwe yên siyasî ava bike. Piştî ewqas şer, biryarên siyasî yên ji Şamê tên girtin divê tevahiya Sûriyeyê li xwe bigire.
"Divê desthilat yek kesî ne be"
Pirsgirêka sereke li vir ew e ku pêvajoya biryardanê ne di destê kesekî tenê de bimîne. Pêşnûmeya qanûnê ya ku wan ragihand, hemû desthilatan di destê kesekî de berdide. Bi tu kesî neşêwirîn û ev tişt kirin; ev xelet e. Demokrasiya tam dibe ku bi salan bidome, lê bi kêmanî em dixwazin destpêk rast be. Piştre re, yên mayî dikarin gav bi gav werin.
Gelo gefa DAIŞê hîn jî li Sûriyeyê berdewam dike?
Li gorî agahiyên ku li ber destê me ne, DAIŞ piştî 2019an kêm bûbû; ji bilî hucreyên razayî tiştek tune bû. Bi hilweşîna rejîmê re dîsa bi hêz bûn û qadên xwe berfireh kirin. Li herêmên çolê, bi taybetî herêmên bejayî yên Şam û Humsê belav bûne û êdî dîsa dikarin li bajarên mezin çalakiyan bikin.
"Endamên DAIŞê bûne polîs"
Gelek kesên ku ji aliyê îdeolojîk ve bi DAIŞê ve girêdayî ne an jî nêzîkî wê ne, tevlî hêzên ewlehiyê bûne. Gelek ji wan daxwazên xwe bicîh tînin ango disepînin. Berê jî li aliyê din ê Firatê li ser çeperên me bi dronan êrîş çêbûn. Ev êrîş ji çeperên hêzên ewlehiyê yên hikûmetê hatine kirin. Me ev yek îspat kiriye. Hebûna wan di nav hêzên ewlehiyê yên hikûmetê de pir xeternak e.
Ji roja ku pêvajoyê li Tirkiyeyê dest pê kiriye û heta îro we qet bi Enqereyê re têkiliyek çêkiriye? Gelo ji bo vekirina sînoran, bi taybetî di demek nêzîk de wê pêşketinek çêbibe an na?
Berpirsên têkiliyên derve yên HSDê dibêjin ku rêyên bi Enqereyê re vekirî ne. Bê guman, em asta van têkiliyan nizanin; lê têkilî bi rêya balyozxaneya li Şamê berdewam dikin.
Vekirina sînoran ji bo Tirkiyeyê bi tu awayî metirsiyê çênake. Ne tenê îro, ji roja ku me damezrandina xwe ragihandiye heta niha, me qet dijminatiya Tirkiyeyê nekiriye. Me li dijî Tirkiyeyê çalakiyek jî nekiriye. Ji ber vê yekê, vekirina sînoran dê hem ji bo me û hem jî ji bo Tirkiyeyê sûdmend be. Ev pêşketin dikare rê li ber berdewamiya têkiliyên sînor bi awayekî lihevkirî veke. Di sala 2013an de jî wisa bû; me qet dijminatî li hember Tirkiyeyê nekiriye û çalakiyên hêzên me yên li vir ne li dijî Tirkiyeyê bûn. Niha jî weha ye: Armanca me ew e ku em bi hikûmeta Sûriyeyê re lihevkirinekê bikin û avakirina Sûriyeyek demokratîk misoger bikin.
"Divê Tirkiye piştgiriyê bide çareseriyê"
Wisa xuya dike ku Tirkiye, her çend divê alîkariya çareseriyê bike jî, dibe ku ji ber têkiliyên xwe yên navxweyî helwestek berevajî digire. Em dixwazin di nava têkiliyên baş de bin. Her kes bi bandora Enqereyê ya li ser hikûmeta Şamê dizane. Em li bendê ne ku Tirkiye vê bandorê bi awayekî erênî, ji bo berjewendiya gel bikar bîne.
Di dema pêvajoya aştiyê ya destpêkê de we serdana Tirkiyeyê kiribû. Gelo ji bo ji nû ve ev serdan dest pê bikin ji aliyê Enqereyê ve çi pêşkevtin hene? Di demên dawî de, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê berê Huseyin Çelik di bernameyekê de behs kir ku wî bi xwe di sala 2011an de hûn vexwendiye. Ew pêvajo çawa pêş ket?
Bê guman, em dixwazin werin Tirkiyeyê. Lê divê ne hewce be ku em jê bipirsin ango bixwazin. Em dixwazinbi hev re rûnin, biaxivin û pirsgirêkên xwe bi aştiyane çareser bikin. Em ji sala 2013an vir ve vê dibêjin. Dema ku ez hatim Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derve em vexwendin. Wê demê Feridun Sinirlioglu li ser kar bû. Her wiha wisa tê bîra min ku Omer Onhon, Balyozê Şamê, di vê yekê de rol girtibû.
Tirkiye wê demê bi awayekî rast û dirust tevnegeriya. Wan dixwest ku me jî têxin nav muxalefeta vir. Ger wan mafên me yên demokratîk nas bikira, dibe ku me qebûl bikira; lê wisa nebû. Ew ne muxalefetek weha bû ku em bikaribin pê re hevkariyê bikin. Ji ber vê yekê em daxil nebûn.
"Ocalan û HSD di têkiliyê de ne"
Berê jî aşkere bûbû ku bi pêvajoyê re bi Abdullah Ocalan re têkilî hatiye danîn; gelo ev berdewam dike?
Em dizanin ku bi taybetî di serî de Birêz Mezlum Abdî, têkiliya rêveberên HSDê hene. Ez texmîn dikim ku ev têkilî, agahdariyeke ku têkildarî pêvajoya li Tirkiyeyê ye. Ocalan dibêje ku divê ev her du mijar cuda werin çareser kirin. Ew guncaw nabîne ku pêvajoya li Tirkiyeyê bi pirsgirêkên Sûriyeyê zirarê bibîne.
Li Tirkiyeyê niha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê birêvebirin û di çarçoveya vê pêvajoyê de nîqaşên qanûnî jî tên meşandin. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin? Ger hûn bi pêvajoya yekem re berhev bike, bi ya we ev pêvajo wê serkeftî be ango dê vê carê çareserî pêk were?
Serkeftina ango têkçûna pêvajoya li Tirkiyeyê bi nakokiyên navxweyî yê wî welatî ve girêdayî ye. Em hêvî dikin ku ew ê bi serkeftî biqede. Tişta herî baş a ku Tirkiye di vî warî de dikare bike ev e ku destê xwe ji Sûriyeyê vekişîne.
"Hêzên me ji bo me bes in"
Bi taybetî fikarên AKPê li ser wê yekê hene ku PKKyiyên çekên xwe datînê wê beşdarî PYDê bibe..
Ev fikarek bê bingeh e, vala ye û em hêvî dikin ku dev ji vê fikarê berdin. Pêdiviya me bi tiştekî wisa nîne; hêzên me ji bo me bes in, heta zêdene jî. Em ne hewceyî beşdarbûna PKKê, ne jî ji kesekî din li herêmê ne. PKKê erkê xwe ji bo qonaxekê bi cih anî. Gerîla hatin û Kobanî parastin. Me bi hev re, Kobanî ji DAIŞê rizgar kir. Ne tenê PKK, di heman demê de Pêşmergeyan jî alîkarî kir. Ev piştgirî sê mehan dom kir. Dema ku Kobanî rizgar bû, her kes vegeriya cihên xwe. Hêzên me ji bo me bes in; em ne hewceyî kesî ne.
"PKK dê pêvajoya xwe ya demokratîk birêve bibe"
Ger Tirkiye gaveke wisa biavêje, ew ê pirsgirêkên xwe yên navxweyî jî çareser bike. Ew ê êdî me jî tevlî pêvajoya xwe nekin. Ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê ye; em ê jî rihet bibin. PKK dê pêvajoya xwe ya demokratîk birêve bibe; em ne hewceyî beşdarbûn an piştgiriya wan in.
Li Rojava çi tişteke baş biqewime, bi rastî jî di berjewendiya gelên Tirkiyeyê de ye jî. Em dixwazin têkiliyên cîrantiyê yên baş ava bikin. Ev di berjewendiya me û wan de ye. Hin aliyên ku aştiyê naxwazin ji vê yekê aciz dibin. Ew ne li Tirkiyeyê û ne jî li Sûriyeyê aştiyê dixwazin. Divê Tirkiye vê yekê bibîne. Tişta ku em dixwazin ne bêaramî ye; avakirina têkiliyên baş û temamkirina hev e. Li her du aliyên vî sînorî Kurd hene; ji xwe gel ji bo vê yekê amade ne.”
(AB/AY)






