Fotograflar: Çiğdem Kafescioğlu
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berxwedana akademîsyenên Boğazîçiyê saleke xwe bihurand. Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê kiribû, di 2ê Kanuna Paşin a 2021ê de akademîsyenan bi daxwaza "Zanîngeha xweser” û “demokratîk" çalakî dabûn destpêkirin.
Ji bo yek saliya Berxwedana Boğazîçiyê, li ser medyaya civakî, bi hashtaga #Bogaziçi1YıldırDireniyor ((Boğazîçî saleke ku li ber xwe dide) peyam hatine weşandin.
Berxwedan ketiye hefteya 53yemîn û akademîsyen cara 246an, jî pişta xwe zivirîn avahiya rektoriyê.
Akademîsyenên Boğaziçiyê weke her roja karê, vê carê jî gotine #KabulEtmiyoruzVazgeçmiyoruz (Em qebûl nakin û dev jê bernadin) û pişta xwe cara 246emîn zivirîne avahiya rektoriyê û wiha gotine: "Îro roja 130î ya tayînkirina Nacî İnciyî ye ku di wexta tayînkirina wî de bi tenê yek lijneyeke peywendîdar jî mixetab nehatiye dîtin û bê îradeya saziyê, bi rengekî ne zelall hatiye ev biryar hatiye dayîn. Her wiha îro roja 168ê ya Nacî Înciyî dersdarê beşa Ziman û Wêjeya Rojavayî, Can Candan ji kar dûr xistiye ku di 30ê Tîrmehê de ji bo piştgirîdayînê me dengdanek pêk anîbû û li vir ji sedî 95ê akademîsyenan li dijî namzetiya Înciyî derketibûn. Îro dîsa roja 85an e ku bi fermana Nacî Înciyî nahêlin Can Candan bikeve kampusê, îro roja 49ê ye ku bêyî ti sedemekê nîşan bidin û di nîvê serdemê de dersdarê beşa Matematîkê Mohan Ravichandranî ji kar hatibû derxistin.”
Akademîsyen heya ku nobet qediya dovîzên ku li ser wan nivîsên, "Em qebûl nakin, dev jê bernadin" nivîsî bû û wêneyên akademîsyenên ku ji kar hatine dûrxistin, Can Candan, Feyzî Erçîn, Sade Binbaşgîl û Ozcan Vardarî hildan. (AÖ/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye