Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Diji Tacîz û Tecawizên Cinsî Yên Di Dema Desteserkirinê de “Rapora Xwe ya Îstatîstîkî ya Sala 2018ê” aşkere kiriye. Rapor behsa êrişên cinsî û bûyerên tacîzê dike.
Di raporê de hatiye bibîrxistin û hatiya gotin, Tirkiyeyê sala 2011ê yekem welate ku Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê îmze kiriye. Her weha hatiye xwestin ku li gorî peymanê tev bi gere.
Li gorî raporê sala 2018ê bi giştî 52 jinan serî lê daye ku 3 ji wan rastî êrîşa cinsî, 49 jî rastî tacîza cinsî hatine.
Hin xalên ku di raporê de derketine pêş wiha ne:
* Emrê jinên ku êrîş li wan hatiye kirin di navbera 10 û 18-67ê de ye.
* Kesên ku êrîşa cinsî birine ser jinan; polîs: 32, cenderme/leşker: 5, tîmên taybet: 2, gardiyan: 9, fermanberên din: 5, DAIŞî: 15, leşkerên Esadî:1.
* Encam ji dozan dernakeve.
Buroyê îstatîstîkên li ber destê xwe yên di navbera salên 1997 û 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de aşkere kiriye. Li gorî vê:
* Heta niha 649 jinan serî li wan daye.
* Li Tirkiyeyê 646 jinan serî li wan daye
* Êrîşa cinsî li 105 jinan hatiye kirin.
“17 jin tevlî zarokên xwe rastî îşkenceyê hatine”
Di raporê de hatiye diyarkirin ku 105 jin rastî tacîza cinsî, 544 jin jî rastî êrîşa cinsî hatine:
* Tecawiz li 4 jinan hatiye kirin, paşê van jinan xwe kuştine.
* Jinek di encama îşkenceyê de hatiye kuştin.
* Zarokeke keç a 14 salî piştî ku tecawiz lê hatiye kirin, bi sedema “paqijkirina namûsê” ji hêla xizmên xwe ve hatiye kuştin.
* Jinek ji ber bandora demdirêj a îşkenceyê meha Kanûna Pêşiyê ya 1999ê miriye.
* Li kargehekê tecawiz li jinekê hatiye kirin. Malbata wê biryara kuştinê ji bo wê daye.
* Bi darê zorê karê seksê li 4 jinan hatiye kirin.
* 24 jin dijyasayî hatine desteserkirin û li vir tacîz û tecawiz li wan hatiye kirin.
* Jinek bi rêya çapemeniyê hatiye tacîzkirin.
* Zarokên 11 jinan di encama îşkenceyê de ji ber wan çûye.
* Li gorî van daneyan, 389 fail polîs, 125 fail cenderme û leşker, 33 fail tîmên taybet, 22 fail cerdevan û 66 fail jî gardiyan bûne. (EMK/FD)