Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sêyem danişîna Alk. Doç. Dr. Bulent Şik, endezyarê gidayan û nivîskarê bianetê ya li 2yem Dadgeha Asliye Cezayê pêk hat. Bi sedema ku derbarê projeyên Wezareta Tenduristiyê de zanyarî belav kiriye doz lê hatibû vekirin.
Dadwer Nûrsel Bedirê di dadgehkirina ji ber îdiaya “peydakirina zanyariyên qedexe” de biryara beraetê daye. Lê ji ber tohmeta “bikaranîna zanyariyên derbarê wezîfeyan de” sal û sê meh cezayê girtinê li Bulent Şikî birî.
Her weha bi hinceta ku “berguman poşmanî nîşan nedaye” cezayê wî nehat taloqkirin. Parêzerên Şikî biryara dadgeha herêmî wê bibin ber destê dadgeha îstinafê. Piştî biryara îstinafê wê wê encam diyar bibe.
Şikî daxwaza taloqkirinê nekir
Ji ber ku gelek kes beşdarî danişînê bûn û salona 2yem Dadgeha Asliye Cezayê biçûk bû, dadgehkirin li salona 23yem Dadgeha Cezayê Giran pêk hat. Li gel gelek parêzer, mafparêz û nûnerên rêxistinên pîşeyî, nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû, Parlamenterê HDPyê Ahmet Şik û Oya Şik, Parlamenterê CHPyê Sezgin Tanrikulu û Akademisyenên Aştîxwaz danişîn şopandin.
Bulent Şikî derbarê esasê de paraznameya xwe pêşkêş kir û li ser pirsa dadwer Bedireyê ya ku got, “Hûn dixwazin biryar dawiyê bê aşkerekirin?” bersiv da û qebûl nekir ku aşkerekirina biryarê were taloqkirin.
Piştî paraznameya Şikî, parêzerê wî Can Atalayî jî wiha got: “Bulent Şik weke hemwelatî û zanyarekî wezîfeya xwe bi cih aniye. Mafê xwe yê azadiya xweîfadekirinê bikar aniye.” Atalayî daxwaza beraeta Şikî kir.
Sal û sê meh cezayê girtinê dane Şikî
Piştî navberê Dadwer Bedireyê biryara xwe aşkere kir û bi tohmeta ku “zanyariyên derbarê wezîfeyan de aşkere kiriye” sal û şeş meh cezayê girtinê li Şikî birî. Ji ber sekin û helwesta Şikî ya di dema dadgehkirinê de ev ceza daxistiye sal û sê mehan. Lê ji ber ku “poşmanî nîşan nedaye” ceza taloqnekiriye.
Şikî ji ber tohmeta “aşkerekirina zanyariyên qedexe” beraet kiriye. (TP/FD)