Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin. Duh (28ê Çiriya Paşiyê/Mijdar/Sermaweza 2018ê) li 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) Dr. Sînan Yildirmaz hat dadkirin.
Heyeta dadgehê ji serok Hakan Ozer, endam Onur Engin Deniz û Velî Gursoyî pêk hatiye. Dozgerê dozê jî Hasan Adali ye.
Dozgerî daxwaz kir ku Sînan Yildirmaz li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) vere cezakirin.
Parêzer Fûat Ekînî got ku wan parastina xwe ya derbarê bingehê dosyayê de pêşkêş kiriye û ew dixwaze ji bo muwekîlê wî biryara beraetê derkeve.
Heyeta dadgehê biryar girt ku ji “Yildirmaz li gorî xala 7/2yê ya TMKyê bê cezakirin û salek cezayê girtinê lê birî. Herweha di biryara xwe de diyar kir ku ji ber sûc bi rêya medyayê hatiye kirin, dîsa li gorî heman xala TMKyê şeş mehên din lê bê zêdekirin. Lê ji ber sekna wî ya li dadgehê sê mehan jê bixin û bi giştî sal û sê meh cezayê girtinê lê bê birîn.”
Dadgehê dîsa biryar girt ku ev biryar neyê aşkerekirin û bê taloqkirin.
Di 37emîn DCGyê de jî akademisyen Fîkret Ûyar hate dadkirin ku ji Zanîngeha Dîcleyê hatiye ixrackirin. Ûyar ji ber ku li Amedê bûye îfadeya wî li wir hatiye standin. Ûyarî gotiye ew dixwaze li Stenbolê parastina xwe bike. Dadgehê jî ev biryar qebûl kiriye.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)