Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirin û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” tên dadkirin, danişîna wan ya li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêve çû.
Duh (26ê Kanûna Pêşiyê) li sê dadgehên cuda 15 akademisyen hatin dadkirin.
Li 28em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ji Zanîngeha Mîmar Sînanê lêkolîner D. U cara sêyem,
Li 29em DCGyê ji Zanîngeha Turk-Almanê Alk. Doç. Dr. Berke Ozenç cara duyem, ji Zanîngeha Bogaziçiyê Alk. Doç. Dr. Yildiz Silier cara sêyê,
Li 37em DCGyê ji Zanîneha Şehîrê Prof. Dr. Mesût Yegen, ji Zanîngeha Kulturê dersdêr Zeyno Pekunlu, ji Zanîngeha Torontoyê xwendekarê doktorayê B. U. T, ji Zanîngeha Bilgiyê Doç. Dr. K. Ç., Alk. Doç. Dr. Bulent Somay û lêkolîner Belin Benezra, ji Zanîngeha Sabanciyê dersdêr Reyhan Tûtûmlû, ji Zanîngeha Amerîcanê Dr. Ozge Ozay, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Prof. Dr. Mûrat Cemal Yalçintan û Doç. Dr. B. Ş û ji Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Fikret Ûyar cara yekê, ji Zanîngeha Marmarayê Alk. Doç. Dr. Fîlîz Arioz jî cara sêyê derketin pêşberî dadgehê.
Ceza li akademisyen hatî birîn
Li 28em DCGyê heyeta dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” li gorî Xala 7/2 ya Qanûna Dijterorê (TMK) sal û 3 meh ceza li akademisyen D. Ü birî.
Dadgehê aşkerekirina biryarê taloq kir.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (GD/TP/FD)