Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirin û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” tên dadkirin, danişîna wan ya li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêve çû.
Duh (9ê Kanûna Paşiyê, Rêbendan) li sê dadgehan dadkirina 15 akademisyenan çêbû.
Li 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG), ji Zanîngeha Mersînê Alk. Doç. Dr. Selîm Çakmakli cara yekem, ji Zanîngeha Bilgiyê Doç. Dr. Esra Arsana ku dest ji kar berdabû cara duyem,
Li 35em DCGyê ji Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. Mîne Eder cara sêyem,
Li 37em DCGyê ji Zanîngeha Marmarayê Dr. Ûtkû Ûraz Aydin û Alk. Doç. Dr. Ceren Akçabay ên ku hatine ixrackirin, Prof. Dr. Nîhal Sabana teqawidbûyî, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê dersdêrê teqawidbûyî Prof. Dr. Haldûn Gulalp û lêkolîner Dr. E. O ku ixrac bûye, ji Zanîneha İstanbul Teknîkê Doç. Dr. Îpek Yurekli, ji Zanîngeha Kadîr Hasê Dr. Bulent Eken, ji Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Hediye Esra Arcan, F.K.O, lêkolîner Egemen Kepekçî, ji Zanîngeha Arelê Doç. Dr. Feryal Saygiligîl û ji Zanîngeha Işikê jî Prof. Dr. Hacer Ansal cara sêyem derketin pêşberî heyeta dadgehê.
Aşkerekirina biryara cezayê 9 akademisyenan hate taloqkirin
Heyeta dadgeha 37em bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kirine” li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK), sal û sê meh ceza li akademisyen Haldûn Gulalp, Nîhal Sabah, Egemen Kepekçî, Ûtkû Ûraz Aydin, F. K. O, Ceren Akçabay, E. O, Hediye Esra Arcan û Bulent Ekenî birî.
Li gorî biryara heyetê aşkerekirina biryara cezakirinê hatiye taloqkirin.
Cezayê akademisyenekê hate taloqkirin
Li 36em DCGyê heyeta dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê” kiriye sal û sê meh ceza li akademisyen Esra Arsanê birî.
Arsanê di danişîna beriya niha de gotibû ku ew daxwaza taloqkirina aşkerekirina biryarê nake. Li ser vê daxwazê, dadgehê jî biryara taloqkirinê neda. Lê di biryara xwe de diyar kir ku “ji ber beriya niha ti sûcekî din nekiriye” li gorî Xala 51/3yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ji bo Arsanê 2 sal biryara kontrola edlî hatiye standin û li gorî benda 6ê ya heman xalê, ti berpirsiyarî ji bo Arsanê diyar nekir.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)