Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn têne dadkirin.
Li 25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ji Zanîngeha Bilgiyê Doç. Tr. Tansel Korkmaz û akademisyen Yoruk Kurtaran ji ji Zanîngeha Sabanciyê Prof. Dr. Sîbel İrzik cara pêşiyê,
Li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ji Zanîngeha Bogaziçiyê Doç. Dr. Mûrat Koyûncû cara duyem,
Li 28emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê akademisyen D.U.K, Yonca Guneş Yucel û Onur Baysal, ji Zanîngeha Sabanciyê akademisyen Fevziye Denîz Tarba Ceylan, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê akademisyen Gulçîn Karadag û ji Zanîngeha Bilgiyê Dr. Ayten Zara cara pêşiyê,
Li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ji Zanîngeha Bahçeşehîrê Prof. Dr. Selîm Eyuboglû cara duyem,
Li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ji Zanîngeha Koçê Alk. Doç. Dr. B.C.B cara sêyem,
Li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê jî ji Zanîngeha Marmarayê akademisyenên ixrackirî E.D.G û Hulya Dînçer, ji Zanîngeha Kemerbûrgazê Alk. Doç. Dr. Lutfiye Bozdag û ji Zanîngeha Kadîr Hasê Alk. Doç. Dr. Gulşah Kurt cara duyem duh (16ê Çiriya Pêşiyê/Cotmeha 2018ê) hatin dadkirin.
Ceza li akademisyenekî hate birîn û ceza hate taloqkirin
Di dadkirina duhî de sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Alk. Doç. Dr. B.C.B, ji Zanîngeha Koçê hate birîn ku li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê cara sêyeme derdikeve pêşberî dadgehê.
Li 28emîn Dadgeha Cezayê Giran ji bo akademisyeneke, li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran jî ji bo 3 akademisyenan dozgeran nêrînên xwe derbarê esasê de anîn ziman. Di her du dadgehan de jî dozgeran xwestine ku akedemisyen li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê werin cezakirin.
4 akademisyenan paraznameyên xwe pêşkêş kirin
Akademisyen E.D.G. Selim Eyuboglu, D.U.K, Yoruk Kurtaran û Ayten Zara beşdarî danişinan nebûn.
Gulşah Kurt, Hulya Dinçer, Lutfiye Bozdag û Feyziye Deniz Tarba Ceylanê paraznameyên xwe pêşkêş kirin.
Daxwaza parêzeran a ku ji bo gîhandina hev a çar dosyayên akademisyenên li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran tên dadkirin, nehat qebûlkirin.
Li 25emîn Dadgeha Cezayê Giran jî heyeta dadgehê Sibel İrzik û Tansel Korkmaz bi tohmeta “digel ne endamên rêxistinên ne alîkarî bi rêxistinê kirine” sûcdar kir û ji ber vê rewşa nû xwestiye paraznameyên xwe yên nû amade bikin.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)