Muzîkjen Sakîna Têynayê ji bo strana xwe ya bi navê “Ba û Çiya” vîdeo-klîpek amade kiriye. Têynayê vîdeo-kîpa xwe duh li ser platformên dijîtal weşandiye.
Têynayê bi xwe gotinên stranê nivîsandiye û Marco Annauyî muzîka wê çêkiriye, her weha di stranê de li piyanoyê daye. Stranbêj Ozlem Bûlût û Basma Jabrê jî bi dengên xwe hevkariya Têynayê kirine.
Di stranê de hunermendên biyanî ji bo Têynayê li amûran dane ku Oscar Antoliyî li clarnetê, Rainer Maria Neroyî li gîtarê, Marko Ferlanî li Bassê û Carlos Rondayî jî li daholan daye.
Derhênerê vîdeo-kîpê Ozgun Yarar e. (FD)