Mûzîkjen Sakîna Teyna wê bi mûzîk û şanoyê behsa çîroka jiyana xwe û dîroka jinên kurd bike ku di 50 salên dawiyê de qewimiye. Navê bernameya ku Sakîna Teyna wê pêşkêş bike “Min bi zimanekî veşartî stra” ye.
Bernameya ku wê Sakîna Teyna bi mûzîkjen Mahan Mirarabî re li dar bixe, cara pêşiyê wê 30ê Gulanê li Viyanayê, paytexta Avusturyayê li Theater Hamakom Nestroyhofê pêk were.
Sakîna Teynayê ji bo vê bernameyê hin stranên nû çêkirine û wê hin stranên klasîk jhi bistirê. Di vê bernameyê de karîkaturîst Reinhard Trinkler wê karîkaturên van qonaxan xêz bike ku Sakîna Teyna wê bi çîrok û mûzîkê vebêje.
Di van qonaxan de jiyana şexsî ya Sakîna Teynayê hebe ku dê û bavê wê ew weke tirkekê mezin kirine û piştî çûye zanîngehê bi kurdbûna xwe hisiyaye û piştî wê kurdî dike zimanê mûzîka xwe. Dayik/Mirovên Şemiyê, derbeya leşkerî, stranbêjên kurd ên jin wê qonaxên din ên van çîrok û muzîkan bin.
Ji bo pandemiyê wê tedbîr werin standin
Piştî ku 30ê Gulanê cara pêşiyê bername pêk hat wê di 31ê Gulanê, 1, 13 û 17ê Hezîranê jî li heman navendê bername were lidarxistin.
Karl Baratta rejiya bernameyê amade kiriye, Nicole Tsaklikoglou dramaturg e û Lucia Czerninê jî lêkolîn kiriye û tekst amade kiriye.
Wê di dema bernameyê de hemû tedbîr ji bo pandemiyê werin girtin ku bi tenê 50 kes wê bikaribin bikevin salonê. Her weha kesên dixwazin bikevin salonê divê yan derziya Covid-19ê li xwe xistibin, an testa wan negatîf derketibe na jî nexweş bibin û rehet bibin. (FD)