Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Ali Şahin, Endamê Lijneya Bilind a Şêwrê ya Serokomariyê, derbarê avakirina partiyeke nû ya Ahmet Davutoglu, Serokwezîrê berê û Ali Babacan, Alîkarê Serokwezîr ê berê û Wezîrê Karûbarên Derve de axivî ye.
Şahin li Karabukê pirsên rojnamegeran bersivandiye. Şahînî li ser Davutoglu û Babacanî wiha gotiye: “Ne mimkun e ku ev li Tirkiyeyê bibin desthilatdar.”
Beşek ji axavtina Şahînî wiha ye:
“Babacan hevalekî me wisa bû ku me jê hez dikir”
“Me ji wî hez dikir. Ji partiyê îstifa kir. Yek du daxuyanî daye çapemeniyê û gotiye em xebatan dikin. Neketa nava liv û tevgereke wiha dê baştir bûya.
“Me di heman kabîneyê de kar kiribû. Weke kesayet, hevalekî me yê ciwan bû ku me jî hez dikir. Em ji ber vê tevgera wî xemgîn in.
“Piştgiriyê didin projeya bê Erdoganî”
“Ne mimkun e ku ev li Tirkiyeyê desthilatdariyê bi dest bixin. Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ya nû ji bo desthilatdariyê bi dest bixe çav lê ye ku di ser ji sedî 50î dengan bi dest bixe.
“Ev dê çiqas deng bi dest bixin. Hêvî dikin ku hinekî ji me bibin. Baş e wê çi bikin bi vê? Em werin sala 2023yê, dibe ku partiyê ava bikin, namzetê ji bo serokomariyê nîşan bidin. Dibe ku dixwazin di tûra yekem de nehêlin Recep Tayyîp Erdogan bê hilbijartin.
“Hinek Tirkiyeyê bêyî Recep Tayyîp Erdoganî dixwazin. Xemgîniya me bi wî tiştî zêde dibe ku ev hevalên me yên bi salan li gel Erdoganî bûn û xizmeta Tirkiyeyê dikirin lê piştgiriya projeya Tirkiyeke bê Erdoganî dikin. (EKN/FD)
Foto: Orhan Kuzu -Karabuk /AA