Wêne û nûçe: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rekortmena naqavê ya dinyayê û werzişvana neteweyî ya Tirkiyeyê Şahîka Ercumenê li Aydincika navçeya Mêrsînê di Şikefta Gîlîndîreyê da xwe ceriband û di kategoriya bê palet da noqî nav avê bû û di bêhnekê da 100 mêtre çû bin avê û rekora dinyayê ya jinan şikênand.
Şahîka Ercumên çendîn roj in di şikeftê da antrenmanan dike. Ji serê sibê pê va seba ceribandina rekorê xwe noqî nava avê kir. Wezareta Sanayî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Sporê û Ajansa Pêşketinê ya Çukurovayê piştgiriyê didin vê ceribandinê.
Ercumenê bê palet di bêhnekê da xwe berda nav avê û rekora dinyayê şikênand. Beriya wê rekora dinyayê di 90 mêtreyî da hatibû şikênandin.
Şahîka ket Kitêba Rekorên Dinyayê ya Guinness û pir şa bû.
(AO/MB)