Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji beriya 22 salan li Liceyê 16 welatî hatin kuştin, Îro li Dadgeha Izmîrê şahidên bûyeran li ser kokujiya li Liceyê hatî kirin axivîn.
Li dadgehê cihê Tahir Elçîyê ku parêzerê qurbanîyan bû û hatiye kuştin vala hat hiştin.
Bersûcê bi navê Eşref Hatîpoglû ku fermandarê giştî yê Lîwaya Cendirmeyên Liceyê bû beşdariya dadkirinê nebûye.
Mûslûm Doganê parlamenterê HDPyê yê Izmîrê jî beşdariya dadkirinê kir.
Berdevkê Odeya Esnaf û Sin’etkaran, Şaban Maltaşî şahidiya wê demê kir û serhatiyên xwe weha got:
‘’ Ez wê rojê li Diyarbekirê bûm. Kekê min nêzîkî siet 10ê bi telefonê bakir min û got [leşker] Liceyê dişewitînin
‘’Em ketin ser rêyê ku biçin Liceyê lê noqteya leşkerî em sekinandin û nehêlan em biçin Liceyê.
‘’ Ji ber ku min nekarî ez biçim Liceyê ez ji karmendîyê hatim avêtin.
Bi sedan kargeh hatin şewitandin, tiştên di malan de ew qasê şewitîbûn, bûbûn wek qîrê.’’
‘’Wan ji helîkopteran li me reşandin.’’
Murat Canpolat jî yek ji şahidan e ku di komkujiyê de lêzimên wî hatibûn kuştin.
Wî got:
‘’ Ez wê rojê li dikanê bûm, leşkeran qêr dan me û gotin birevin
‘’ Çar kesên ji malbata min hatin kuştin. Leşkeran yek bi yek mal dişewitandin û pê ve diçûn. Tozek di destên wan de hebû ku ez nas nakim.
Ji helîkopterê li me reşandin.’’
‘’Hêj em di tirsê de ne’’
Fesîh Ersonmez jî yek ji şahidan e ku dîyar kir li dema bûyerê ew xwendekarekê dibistana seretayî yê pola 3. bûye.
Wî got di dema bêhnvedanê de, dengê teqîna fîşekan hatiye, li ser vê yekê jî dersdêrên wan ew ji derve birine di dibistanê de.
‘’Malên li dora dibistanê dişewitîn, xelk ber bi dibistanê ve direvîyan. Ji helîkopterê li wan hat reşandin. Li siet 14:00 dersdêrên me em berdan. Mala me nêzîkî dibistanê bû ez û hevalên xwe çûn mala me. Dema em çûn malê me dît ku şûnên fîşekan li banê xaniyî hebûn.
‘’ Em û hemî niştecihên taxê li govik û stevlan kom bûbûn. Em heta sibeyê bi heywanan re man. Bavê min ji bo min derketibû lê venegeriyabû. Mamê min bi fîşekeka ji helîkopteran hatî berdan birîndar bûbû.
‘’Roja dî leşkeran bi hoperloran bang dikirin ku divê em ji malên xwe derbikevin û li meydana fotbollîstinê kom bibin. Me got dê malên me bişewitînin ji ber wê me tiştên xwe ji malê derêxistin.
Em hê jî dema leşker û polîsan dibînin tezînek bi me de diçin divê edalet tecellî bibe.’’
Parêzer: Divê Baykal û Erkan jî biaxivin
Parêzerê qurbaniyan, Suat Çetînkayayî ji dadgehê xwest cihgirê serokwezîrê wê demê, Denîz Baykal û waliyê OHALê(Rewşa Awarte) Ûnal Erkan biaxivin.
Parêzerî her dîsa xwest rojnamegerên wê demê li Liceyê bûn, Tayfûn Talîpoglû û Mîthat Bereket jî li ser bûyerên wê demê bi dadgehê re biaxivin. Dadgehê doz ji bo 17ê Çiriya Paşiyê bi paş de da. (AS/MB)
Wêne: Platforma Lice li Edaletê digere