Fotograf: AA arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Danişîna sêyem a doza kuştina Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê îro li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kiriye.
Dadgehê daxwaza baroyan qebûl nekiriye
Malbata Elçiyî û parêzerên malbatê, Baroya Amedê, serokên baroya û parêzer tevlî danişîna îro bûne. Şahidê nehênî û bersûc bi Sistema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) tevlî dadgehê bûne.
Herweha parlamenter, serokên baroyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û mafparêz danişînê dişopîne.
Serokên Baroya Êlihê, Baroya Mûşê, Baroya Bedlîsê, Baroya Agiriyê û Baroya Mêrdînê û sekretere giştî yê Komeleya Rojeva Mafên Mirovan daxwaz kirine ku tevlî danişînê bibin. Dadgehê daxwaza wan qebûl nekiriye.
Şahidên ku gotibûn me “dîtiye” îro gotine me “nedîtiye”
Îfadeya şahidê nehênî I-61 bi rêya SEGBÎSê hatiye girtin. Şahide nehênî I-61î di qonaxa lêpirsînê de gotibû min kêliya ku Tahîr Elçiyî hatiye kuştin dîtiye û di danişîna îro de jî gotiye min nedîtiye.
Disa di qonaxa lêpirsînê de şahid Mehmet Turk jî gotibû min kêliya ku Tahîr Elçiyî hatiye kuştin, dîtiye û wî jî di danişîna îro de gotiye, min nedîtiye. Parêzerên malbata Elçiyî piştî ku nakokiyên k udi îfadeyên Turkî de hene bi bîra wî xistiye, Mehmet Turk li pêşberî îfadeyê xwe dûbare kiriye.
Şahid Ekrem Ozgunê ku ji ber sûcekî din de girtiye digel ku di qonaxa lêpirsînê de îfade dabû û teşxîs kiribû vê carê di danişînê de gotiye min teşxîs nekiriye û îfade nedaye.
Parêzerên malbata Elçiyî piştî ku nakokiyên ku di îfadeyên Ozgunî de hene bi bîra wî xistiye, Ekrem Ozgunî li pêşberî dadgehê îfadeyê xwe dûbare kiriye.
Bi rêya SEGBÎSê îfadeya şahidê nehênî LOJMANî hatiye girtin.
LOJMAN gotiye di dema bûyerê de ew di nav YPSyê de bûye, dema bûyer çêbûye “ wî bîhîstiye ku şarjora Mahsûm Gorkan, endamê rêxistinê nebûye, endamê rêxistinê yê din Ûgûr Yakişir jî li cihê bûyerê ji wî re gotiye ew nîşanger e.
“Dozger dixwaze sûc bixe stûyê endamên rêxistinê”
Şahid Denîz Ataş bi rêya SEGBÎSê tevlî dadgehê bûye û gotiye ew dixwaze li Amedê li pêşberî dadgehê îfadeya xwe bide.
Ataş gotiye ku dozgerê lêpirsînê yê dosyeya ku ew ji ber sûcekî din girtiye di bûyera kuştina Tahîr Elçiyî de dixwaze sûç bixe stûyê endamên rêxistinê û komplo li wî hatiye kirin.
Şahid Recep Ozbek jî gotiye tiştên ku ew derbarê bûyerê de dizene bitenê gotegot e.
“Divê dîmenên ku wenda ne were dîtin”
Parêzerên malbata Elçiyî gotiye, lêpirsîn bi başî nayê birêvebirin, keşf bi rêk û pêk nehatiye kirin, digel ku li cihê bûyerê bûne şahidên ku nehatine guhdarkirin divê were guhdarkirin, ji bo ku nakokiyên ku di dosyeyê de ne ji holê were rakirin divê kêşif bê kirin, ji ber vê yekê şahidên ku hatine guhdarkirin û nehatine guhdarkirin divê li cihê bûyerê û di dema keşfê de ji nû ve were guhdarkirin. Her weha divê dîmenên ku wenda bûne yên bûyerî tomar kiriye were dîtin û ji bo dosyeyê were pêşkeşkirin.
Parêzeran destnîşan kiriye ku di pêvajoya dadkirinê de hewl didin serê bûyerê bigirin.
Dozgerî jî nirxandinên xwe kiriye û gotiye divê hin xebatkarên çapemeniyê yên li cihê bûyerê bûne û hin polîs were guhdarkirin.
Dadgehê danişîn taloq kiriye
Dadgehê piştî axaftina parêzeran û şahidan ji bo kêmasiyên ku di dosyeyê de hene yên têkildarî dîmen û qeydên kamerayê yên hatine jêbirin û her weha ji bo kêmasiyên din jî werin temamkirin danişînê taloqî 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2022an kiriye.
Di îddîanameyê de çi heye?
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin.
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin. (AS/AY)