Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a Geverê, îro doza Sîbel Çaprazê bi rê ve bir. Dadgehê daxwaza wê ya derketina ji girtîgehê qebûl nekir. Dadgehê biryar da ku di dema domkirina lêpirsînê de Sîbel Çapraz dê di girtîgehê de be.
Sîbel Çapraz ji bo îmkanên dermankirinê ji Îzmîrê ji bo Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê hatibû şandin.
Çapraz ji Stenbolê bi rêya Pergala(Sîstema) Peywendîya bi Deng û Dîmenan(SEGBIS) beşdariya dadkirinê bû.
Parêzera Çaprazê, Banû Guvenerê ji bianetê re got:
‘’Şahidan îro îfade dan û dîyar kirin wan li Navenda Giştî ya Polîsan(Emniyet) di îşkenceyê de îfade daye û îmze kiriye. Îdiayên di heqê Çaprazê de ne rast in.’’
Lê belê Serdadgerê, Dadgeha Cezayên Giran a Geverê Serhat Işikî ‘’bi gumana ku dikare bireve’’ biryar da Sîbel Çapraz neyê berdan. (AS/MB)