Safîye Alagaşê “Xelata Jina Rojnameger a Wêrek” standiye
Wêne: Murat Bayram/ bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gruba Memdyayê ya RCSyê xelata ku her sal li ser navê Maria Grazia Cutuliyê tê dayin dê îsal bide berpirsa nûçeyan a JinNewsê, Safiye Alagaşê. Xelat dê li Îtalyayê bê dayin.
Rojnamegera Îtalyayî, Maria Grazia Cutuli sala 2001ê dema ku ji bo rojnameya Corriere Della Sera dixebitî çûye Efxanistanê. Dema ku rojnamegera wêrek karê xwe dikir El-Qaîdeyê êrîşeka çekdarî kiriye û rojnameger kuştiye.

Her sal ji bo yadkirina Cutuliayê li ser navê wê xelata “Xelata Jina Rojnameger a Wêrek.”
Safîye Alagaşê ji bianetê re diyar kiriye ku ew ji bo jinên rojnameger ên jin dibin îlham lê li Tirkiyeyê her gav malpera wan tê astengkirin. Wê da zanîn ku “dinya pîroz dike Tirkiye asteng dike.”
Safîye Alagaş ji herêma Botanê ye. Ji sala 2008ê ve bi awayekê aktîf karê rojnamegeriyê dike. Wê ji bo Ajansa Nûçeyan a Dicleyê, Şûjin û ;Jin Newsê kar kiriye.
JinNews ajanseka nûçeyan e ku hemî xebatkarên wê jin in. Mijarên sereke yên malperê li ser jinan in.
(EMK/MB)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da