Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê kevin ê Dadê û Parlamenterê AKPyê Sadûllah Ergînî ji partiya xwe îstifa kiriye. Ergîn sê serdeman bûbû parlamenterê AKPyê.
Li gorî îdiayan Ergîn tevlî Alî Babacanî wê partiyeke nû ava bikin û di wir de wezîfeyê bike. Alî Babacanî jî demeke berê ji AKPyê îstîfa kiribû.
Ergîn ji malpera Independent Tirkiyê re axiviye û zanyariya îstîfakirina xwe piştrast kiriye.
Li ser pirsa ku “kengî îstîfa kiriye” Ergînî wiha gotiye: “Em li vê pirsê biborin.”
Lê li gorî nûçeya Haberturkê Ergînî piştî îstîfakirina Alî Babacanî yanî nêzîkî du meh berê îstîfa kiriye.
Sadûllah Ergîn di serdema 22, 23 û 24an de bûbû Parlamenterê AKPyê yê Hatayê.
Di navbera salên 2011 û 2013ê de bûbû Wezîrê Dadê.
Di hilbijartina herêmî ya 2014ê de li ser navê AKPyê bûbû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin. Namzetê CHPyê Lutfu Savaşî 5 hezar deng zêdetir bi dest xistibû û weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê hatibû hilbijartin. (EKN/FD)
* Fotograf: AA - Arşîv