Fotograf: The Hollywood Reporter
Sacheen Littlefeathera ku li ser navê Marlon Brandonî Xelata Oscarê red kiribû, di 75 saliya xwe de miriye.
Di sala 1973yan de Xelata Baştirîn Lîstîkvanî ya Akademiyê ango ya Oscarê dabûn Marlon Brandonî. Brandonî li şûna xwe Sacheen Littlefeather şandibû merasîmê ku ew bi xwe ji gelên xwecihî yên parzemîna Amerîkayê ye. Littlefeatherê derketibû ser dikê û li ser navê Brandonî ew xelat red kiribû.
Sacheen Littlefeather, Native American civil rights activist who famously declined Marlon Brando’s 1973 Best Actor Academy Award, dies at 75. pic.twitter.com/OlpsoItlCw
— The Academy (@TheAcademy) October 3, 2022
Saziya Xelatên Akademiyê, piştî 50 salan ji Littlefeatherê lêborîn xwestibû. Saziyê zanyariya mirina wê li ser hesabê xwe yê Twitterê veşandiye.
Littlefeatherê destnîşan kiribû ku di fîlm û têlevîzyonan da gelên xwecihî yên Amerîkayê xerab nîşan didin. Digel ku bi gelê Amerîkayê ra peyman çêkirin jî ew bi cih neanîn û ji ber wê jî rêvebiriya Amerîkayê rexne kiribû. Littlefeather piştî axaftina xwe rastî gotinên nîjadperest hatibû.
Akademiyê ji ber rola wî ya di fîlmê "GodFather" de Marlon Brandon hêjayî xelata Baştirîn Lîstikvanî dîtibû. (FD)