Fotograf: MA
Sabrî Kaya, girtiyê nexweş roja ku biryara tehliyeya wî hatiye dayîn li Nexweşxaneya Balcaliyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çukurovayê can daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê cenazeyê Kayayî ji bo otopsiye rakirine morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Cenazeyê Kayayî bi gumana vîrûsa koronayê (Covîd-19) nedane malbata wî. Malbata Kayayî diyar kiriye ku piştî testa koronayê were kirin dê cenaze sibê bidin wan û dê cenaze bibin li Goristana Asrî ya Navçeya Ceyhana Edeneyê veşêrin.
Gelek caran ji nexweşxaneyê bi şûn de vegerandine
Dilê Kayayî ji sedî 25 kar dikir û ji ber dermanê bi navê ‘Cuamadin’ yê nedihişt xwîna wî bi hêsanî biherike nehatiye peydakirin di 25ê Adara 2020an de dilê wî sekiniye û xwîn çûye ser mejiyê wî. Kaya rakirine beşa nexweşiyên giran û li vir felê lêxistiye. Her weha ji bo demekê nekarîbû biaxive. Av çûye ser pişika wî. Sê caran wî rakirine beşa nexweşiyên giran lê her carê jî gotine “rewşa wî baş e” an jî gotine “kovid heye” û ew şandine girtîgehê. Kaya di vê navberê de 30 carî birine beşa nexweşiyên lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê û paşê dîsa şandine girtîgehê. Parêzerên wî ji bo tehliyekirina wî serî li Dadgeriya Înfazê ya Osmaniyeyê û Serdozgeriya Komarî ya Osmaniyeyê dane lê ti bersiv newergirtine.
Ji malbata xwe re gotiye "Taqeta min nemaye"
Kaya di 6ê Gulanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axiviye û gotiye, “Êdî taqeta min nemaye. Ez ê bimirim.” Li ser vê rewşê Îlhan Ongor, Parêzerê Kayayî û Berdekvê Komisyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) serî li Dadgeha Destûrî dabû û xwestibê dadgeh biryara tedbîrstandinê derxe. Her weha ji bo Kaya bibin Nexweşxaneya Bajarê ya Edeneyê serî li saziyên peywendîdar dabû.
Di 6ê Gulanê de biryara şandina Kayayî derketibû li ji ber ku dozgerê girtîgehê nivîs nenivîsandiye, Kaya nebirine nexweşxaneyê. Piştî 6 rojan Kaya şandine nexweşxaneyê lê ji ber şewbê, ew li nexweşxaneyê nehiştine. Doktorê Kardiyolojiyê yê nexweşxaneyê gotibû ku rewşa wî cidî ye û ew nikare li girtîgehê bimîne.
Cezayê miebetê lê birî bûn
Sabrî Kaya ji ber bûyereke ku di 1998an de qewimiye di sala 2000an de li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hatiye desteserkirin. Lê jêpirsîn bê encam maye. Paşê li ser îfadeya îtirafkarekî careke din hatiye desteserkirin û girtin. Cezayê miebeta girankirî lê hatiye birîn. Kaya ji sala 2010an û vir ve girtî bû.
IHD: 1605 girtî nexweş in
Li gorî rapora Komisyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya 2020an 604 jê giran 1605 girtî nexweş in. (FD)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamya, rojnameya Evrenselê