Ziwabûn, germahiya zêde û karesatên ku qeyrana avhewayê dibe sedem, şert û mercên jiyana zarokên xizan ên li Tirkiyeyê girantir dikin. Zarok, li gel pirsgirêkên xwarinê û stargehê, bi xetereyên dûrketina ji perwerdehiyê û tevlêbûna jiyana xebatê ya di temenê piçûkî de re rû bi rû ne.
Li gorî daneyên Saziya İstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUİK) yên sala 2025an, ji sedî 36,8ê zarokan di bin xetereya xizaniyê an jî vederkirina civakî de ne. Li welêt, hejmara zarokên ku di koma temenê 15-17î de dixebitin gihîşt 882 hezarî.
Di daxuyaniya Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) de ku di sala 2025an de di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Biyabanbûn û Ziwabûnê de da, hatiye diyarkirin ku di 30 salên dawî de ji sedî 5ê berhema navxwe ya giştî ya çandiniyê (GSYH) ya cîhanê, her sal ji ber karesatan hatiye windakirin. Ziwabûn berpirsiyarê hema bêje nîvê van windahiyên ku ji ber karesatan çêdibin e. FAO her wiha diyar dike ku di navbera salên 2012-2018an de li welatên ku li hemberî ziwabûnê hesas in, hejmara kesên ku xwarina wan kêm e û têra xwe xwarinê bidest naxin ji sedî 45,6 zêde bûye.

"Krîza avhewayê dê Deryaya Reş veneguherîne bihuştê"
Li Tirkiyeyê jî, li gorî daneyên Rêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê, baran di sala 2025an de daket asta herî nizm a 52 salên dawî. Ziwabûn bi taybetî ji bo dahata malbatên ku bi çandiniyê debara xwe dikin gef e. Bandorên qeyrana avhewayê bi nehevsengiyên aborî û civakî yên heyî re dibin yek.
Qeyrana avhewayê ya ku ji ber mirovan çêbûye, zarokan di nava pirsgirêkeke ku ne sedema wê ew in de dihêle û di heman demê de bêedaletiya avhewayê ya ku ew pê re rû bi rû ne jî kûrtir dike.
Zexta avhewayê ya li ser xizaniya zarokan
Lêkolîna Xizanî û Şert û Mercên Jiyanê ya TUİKê ya sala 2025an, pîvana pirsgirêkên aborî û hawirdorî yên ku malbatên zarok tê de dijîn rû bi rû ne nîşan dide.
Li gorî lêkolînê, li Tirkiyeyê ji sedî 28,8 ê nifûsê bi pirsgirêkên xaniyan ên wekî banê ku avê dikişînê, dîwarên bi nem an jî çarçoveyên pacê yên rizî re rûbirû ne. Ji sedî 27,9 ji ber îzolasyona kêm pirsgirêka germkirinê dijîn, ji sedî 22,1 jî bi qirêjiya jîngehê an jî pirsgirêkên din ên jîngehî re rû bi rû ne.
Her çiqas ev nîşander hemû nifûsê bihewîne jî, ji bo têgihiştina wê yekê ku derfetên parastinê yên malbatan li hemberî xetereyên ku ji ber avhewayê çêdibin çawa ciyawaz dibin, girîngiyekê hildigirin.
Ji bo malbatên ku dahata wan sînorkirî ye, di demên germahiya zêde de hênikkirina xaniyên xwe, gihîştina xuraka bi tendurist ango peydakirina şert û mercên stargehê yên biewle piştî karesatan dikare zehmetir be. Ji aliyê zarokan ve xwarina kêm, xaniyên nebaş û qutbûnên ku di perwerdehiyê de çêdibin, dikarin bandorê li ser pêşveçûna fizîkî û zanînê jî bikin.

Hejmara zarokên karker di çar salan de ji sedî 69,6 zêde bû
Li Tirkiyeyê daneyên têkildarî tevlêbûna zarokên li jiyana xebatê jî zêdebûnê nîşan didin.
Li gorî daneyên TUİKê yên bi navê "Bi Îstatîstîkan Zarok 2025", hejmara zarokên ku di koma temenê 15-17î de hatine îstihdamkirin, di sala 2024an de 869 hezar bû, di sala 2025an de derket 882 hezarî. Di heman serdemê de rêjeya tevlêbûna li hêza xebatê ji sedî 24,9ê derket ji sedî 25,5î.
Li gorî rapora zarokên karker ku Navenda Lêkolînê ya DİSKê (DÎSK-AR) di Îlona 2026an de weşand, hejmara zarokên ku dixebitin di sala 2021ê de 520 hezar bû û di sala 2025an de derket 882 hezarî. Zêdebûna di nava çar salan de bû ji sedî 69,6.
Yek ji wan qadan ku têkiliya di navbera qeyrana avhewayê û zarokên karker de herî zêde diyar e, çandiniya demsalî ye.
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) di nirxandina ku di Kanûna Pêşîn a 2025an de weşand de, guhertina avhewayê, xizanî, îstihdama ne tomarkirî û koçberiya demsalî bi hev re wekî sedemên bingehîn yên zarokên karker ên di çandiniya demsalî de li Tirkiyeyê rêz kirin.

Odman: Nirxandina rejima kedê hîn jî gelekî girîng e
Akademîsyen Asli Odman li şûna “karkeriya zarokan” têgeha "karkerkirina zaroktiyê" bi kar tîne û li dijî wê yekê derdikeve ku bandorên qeyrana avhewayê ya li ser zarokan tenê di bin sernavên jîngeh û tenduristiyê de tê nirxandin.
Odman dibêje ku divê qeyrana avhewayê bi têkiliyên hilberînê û parvekirinê yên kapîtalîzma cîhanî re bi hev re bê girtin:
"Ez di bikaranîna qeyrana avhewayê de wekî navê serdemekê ditirsim. Em dikarin vê yekê wekî nîşanekê, belkî jî wekî navekî kod ê kapîtalîzma cîhanî û têkiliyên wê yên rêziknameyî yên nû, şerê çînî yê ku bi destê şîrket-dewletan roj bi roj tê germkirin û şerê parvekirinê yê li ser çavkaniyan binirxînin."
Li gorî Odmanê, nêzîkatiyên ku tenê balê dikişînin ser belavbûna karbonê dikarin encamên ku hilberîn çawa tê rêxistinkirin û encamên wê yên li ser kedê paşguh bike:
"Em nikarin vê qeyranê tenê bi nihêrîna li rêjeya karbonê ya ku belav dibe pênase bike. Digel karbonê û hemû emîsyonên din ên toksîk, nihêrîna li wê yekê ku hilberîna lezgîn û belavbûyî ji aliyê kedê ve çawa tê rêxistinkirin, wate li nihêrîna rejima kedê, hîn jî gelekî girîng e. Ji ber ku em derfetên berxwedanê li vir jî dibînin."
"Malbat hêza xwe ya xebatê ya kêm bi zarokên xwe tije dikin"
Odmanê diyar kir ku zarokên karker ne tenê bi çandiniya demsalî ve sînordarkirî ne, tevlêbûna zarokên li jiyana xebatê wekî mekanîzmayekê dinirxîne ku bandorê li hemû rejima kedê dike:
"Karkerkirina zaroktiyê, di tevahiya rejima kedê de wekî amûrekî dîsîplînê kar dike. Bi afirandina hêzeke xebatê ya erzantir û nermtir, şert û mercên giştî yên cîhana xebatê li bin dixe."
Odman diyar kir ku divê zarokên karker bi keda koçberan û bi keda lênêrînê ya bêpere ya jinan re bi hev re bên fikirîn:
"Em tenê behsa karkeriya zarokan ya ku bi destê dewletê di MESEMan de an jî di lîseyên pîşeyî de tê afirandin nakin. Êdî karkeriya zarokan ya fiîlî heye ku berê jî hebû, lê êdî em dikarin bibînin ku di îstatîstîkan de jî kûrtir dibe. Em dibînin ku hejmara zarokên ku di zeviyan, kolanan, pîşesaziyê, avahîsaziyê û sektora xizmetê de dixebitin zêde dibe."
Li gorî Odmanê, yek ji sedemên herî bingehîn ên ku zarokan arasteyî jiyana xebatê dikin ew e ku dahatên malbatan têrê nakin ku mirov debara xwe bike:
"Em behsa zarokên ku ji bo temamkirina dahatên ku têrê nakin û malbatan dixe nava belengaziyê, ber bi bazarê ve tên ajotin dikin. Malbatên karkeran ên ku bi birçîbûn û deynan hatine terbiyekirin, hêza xwe ya xebatê ya têrê nake bi keda zarokên xwe temam dikin."
"Erdnîgariyeke çînî ya xetereyên hawirdorî jî heye"
Odman destnîşan dike ku meseleyeke din ku divê bi qeyrana avhewayê re bê nirxandin heye ku nehevsengiya hawirdorî ye.
Odmanê got ku qirêjiya toksik ya ku ji pîşesaziyê çêdibe, bi taybetî bandorê li zarokên ku li herêmên xizan dijîn dike.
Odman bajarokê Çogulhanê weke mînak nîşan dide ku ji bo belgefîlma “Yavaş Ölüm”(Mirina Hêdî) ya li ser wêrankirina jîngeha li Deşta Elbistanê, çûbûn wir. Odmanê da zanîn ku zarokên li cihwarên nêzî santrala termîk bi pirsgirêkên tenduristiyê yên giran re rû bi rû ne. Odman da zanîn ku zarokên li cihê nêzî santrala termîk bi pirsgirêkên tenduristiyê yên giran re rû bi rû ne.
Gava em li herêmên ku tesîsên veguherînê yên li Stenbol û Edeneyê lê ne dinêrin, em dîsa erdnîgariyeke çînî dibînin. Tenê nihêrîna li wê yekê ku ev tesîs li kîjan çeperên Stenbolê û kîjan taxên Edenayê ne, têra xwe dike.
Lêbelê Odman bi bîr dixe ku bandorên qirêjiya jîngehê ne tenê bi taxên xizan re sînorkirî ne, qirêjker bi rêya hewa û zincîra xwarinê dikarin bigihîjin beşên din ên civakê jî.

"Rûbirûbûna bi metala sirbê re li ser zarokan dibe sedema zirarên mayinde"
Akademîsyen Asli Odmanê bal kişand ser rapora Endezyarê Xurakê Dr. Bulent Şik a bi navê "Li Dijî Sirbê danek Xwarin: Parastina Zarokan ji Maddeyên Toksîk yên ku Pêşveçûnê Xera Dikin û Xurtkirina Edaleta Perwerdehiyê"
Odmanê destnîşan kir û got:
"Rapora Sirbê ya Bulent Şik bi hewldana kesekî û bi çendî dereng derket. Divê di vî warî de polîtîka û kampanyayên gelekî cidî hatibûna kirin. Ji ber ku rûbirûbûna bi wan re di zaroktiyê de dibe sedema ziyanên hişî yên ku nayên vegerandin."
"Danek xwarin tenê jî dikare zarokan biparêze"
Odman tekez dike ku ji bo kêmkirina lawaziya zarokan li hemberî qeyrana avhewayê û xetereyên jîngehê, divê pêşî mafên wan ên xwarina bi tendurist, hewaya paqij, stargeh û perwerdehiyê werin garantîkirin.
Admanê bal kişand ser girîngiya xwarina belaş a li dibistanan û diyar kir ku bi taybetî xwarina kêm, zarokan li hemberî maddeyên jehrî naparêze:
"Heke zarok karibin li malê xwarinê bixwin û biçin dibistana xwe an jî li dibistanê danek xwarinê bixwin, ew dikarin ji maddeyên jehrî yên ku pêşveçûna wan xera dikin çêtir werin parastin. Bêguman ev çareseriyeke demkî ye. Lê belê dide nîşandan ku newekhevî di dema kurt de bi mirinan, di dema dirêj de jî bi windahiyên tenduristiyê re çawa derdikeve holê."
"Divê mafê zaroktiyê bibe beşek ji têkoşîna kedê"
Odmanê anî ziman ku ku ji bo kêmkirina xetereya xizantiyê û karkeriya zarokan, divê piştgiriya dahatê ji malbatan re bê dayîn, gihîştina perwerdehiyê were garantîkirin û jiyana xebatê bi mekanîzmayên çavdêriya giştî yên serbixwe were şopandin.
Asli Odmanê got ku Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) ku wê wekî sazûmankirina karkerkirina zaroktiyê dibîne, divê were rakirin. Her weha destnîşan kir ku di xebatên çandiniyê yên demsalî de jî divê ewlehiya veguhestina zarokan bê misogerkirin, şert û mercên stargehê werin başkirin û pêşî li dûrketina wan a ji perwerdehiyê bê girtin.
Lê belê Odmanê teqez kir ku divê hemû van tedbîran bi polîtîkayeke kedê ya berfirehtir re bi hev re bên girtin:
"Ji ber ku em karkeriya zarokan wekî yek ji amûrên dîsîplînê yên rejima kedê pênase dikin, ez difikirim ku çareseriya herî bingehîn jî di têkoşînên li dijî rejima kedê de ye. Divê em mafê zaroktiyê, têkoşîna li dijî cudakariya temen û binpêkirinên mafan ên li ser bingeha temen jî tevlî van têkoşînan bikin."
(NÖ/CA/AY)











