Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Mixaîl Bogdanovî gotiye bi baweriya Moskowê çi qas zû Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe wê ji hemû aliyan re baştir be.
Li ser pirsa rojnamevanan a “HSD dê kengê tevlî Artêşa Sûriyê bibe” Bogdanovî gotiye: “Çiqas zû tevlîbûna HSDyê di nav artêşê Sûriyê de pêk were wê ji bo hemû aliyan, baştir be.” Mixaîl Bogdanovî diyar kiriye ku Rûsya amadeye di danûstandinên navbera hikûmeta Sûriyeyê û aliyên kurdan de bibe alîkar û ji bo tevlîbûna HSDyê nav artêşê, hesankariyê bikin.
Piştî êrîşa Artêşa Tirkiyeyê li ser Rojavayê û rêkeftina leşkerî ya di navbera HSD û Artêşa Sûriyeyê de pirsa tevlîbûna HSDyê di nava artêşa Sûriyê de hat rojevê.
Esadî jî bang kiribû
Hikûmeta Sûriyeyê û Beşar Esad, Serokdewletê Sûriyeyê jî daxuyanî dabûn û gotibûn bila HSD tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe.
Fermandariya HSDyê tekezî li ser wê yekê kiribû ku ew amade ne tevlî artêşa Sûriyeyê bibin lê bi mercê ku taybetmendiya HSDyê di nava sîstema berevaniya Sûriyeyê de bê parastin û heykela wan a leşkerî wek saziyek serbixwe bimîne. (PT/FD)