Dadgeha Bilind a Rûsyayê biryar da ku tevgera LGBTI+an “alîgirê zêdegaviyê ye.”
Çend hefteyên borî Wezareta Dadê bi heman armancê serî li Dadgeha Bilind a Rûsyayê dabû.
Dadgehê daxwaza wezaretê pejirand û biryar da ku xebatên tevgera LGBTI+an qedexe bibe.
Çi bûbû?
Wezareta Dadê ya Rûsyayê di 17ê Çiriya Paşiyê de ragihandibû ku di xebatên tevgera LGBTyan de hin xalên cudakariya olî û civakî hene û yasaya federal binpê kiriye.
Di heman daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku divê tevgera LGBTyan “tevgereze zêdegav” bê pejirandin û li welêt xebatên wê qedexe bibin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtînî par biryarek dabû û piştî wê têkiliyên hevzayendan weke “nirx û ramanên rûxîner ê ji bo civaka rûsan” hatibû nirxandin.
Serokê Koma Mafên Tevna LGBTI+an ê Rûsyayê Igor Kochetkovî diyar kir ku biryar li gorî îdeolojiya Moskovayê ya “nirxên kevneperest” teşwîq dike ye û perçeyek ji hewldana “avakirina dijminên xeyalî” ye. (EMK/FD)