Rûsyayê ragihand ku ji bo li Sûriyê di navbera wan û Amerîkayê de tiştên nayên xwestin pêk neyên û ji bo di dema operasyonên hewayî de ewlekarî çê bibe, wan ewlekariya hewayiyê sekinandine.
Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê derbarê operasyona DYAyê ya li hemberî Baregeha Hewayî ya Şayratê ya li Humsê de daxuyaniyek belav kir ku baregeh aîdî Hêzên Hewayî yên Sûriyê ne. Di daxuyaniyê de hat gotin, “DYAyê biryar girt ku li hemberî welatekî li dijî terorîzma navdewletî şer dike hêzê bikar bîne”.
BIXWÎNE - AMERÎKAYÊ LI SÛRIYEYÊ DA
Di daxuyaniyê de herwiha hat diyar kirin ku “Lêdana DYA ya Sûriyê pirsgirêkên heyî bi awayekî ‘bêhizrî’ kûr dike” û wiha hat diyarkirin, “Gelekî aşkere ye ku DYAyê êrîşa moşekan, beriya êrîşa bi çekên kimyewî ya li Idlibê pêk hat, plan kiriye.”
Di vê navberê de Rûsyayê li ser vê rewşê bang li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtû kir ku civîna lezgîn lidar bixe.
(ÇT/FD)