Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski ragihandiye ku hêzên Rûsyayê êrişî Santrala Hîdroelektrîkê ya Kakhovkayê ku li nêzî Khersonê ye kiriye û bendav hilweşiya ye.
Nêzî hezar kes li cihê wan hatine derxistin
Li gorî nûçeya The Kyiv Independentê rayedarên Ukraynayê ragihandine ku herêmên di xetereyê de ne yên li bajarê Kherson û derdora wê hatine valakirin.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyandiye ku nêzî hezar kes hatine tehliyekirin, Waliyê Khersonê Oleksandr Prokudin jî destnîşan kiriye ku malên nêzî 16 hezar kesî ji ber lehiyê li herêmên "bixeter” de ne.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg êrîş wek "kiryareke hovane ya ku careke din hovîtiya şerê Rûsyayê li Ukraynayê nîşan dide" bi nav kiriye.
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bi bîr xistiye ku di dema şer de jî divê binesaziya sivîl nebe hedef.
(NT/AY)