Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê operasyona TSKê ya li dijî Cerablusê de daxuyanî da.
Li gorî nûçeya Sputnikê di wê daxuyaniya wezareta Rûsyayê de wiha hat gorin: “Em ji ber geşedanên ku li sînorê Tirkiye-Sûriyê pêk tên, bi fikar in.”
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de wiha hat gotin:
“Beriya her tiştî rewşa herêma ku lê şer heye îhtîmala bêîstîkrarbûnê zêdetir dike. Ji ber ku gelek welatiyên sivîl dibe ku werin kuştin û navbera kurd û ereban de şer û pevçûnan derxînin.”
“Krîza li Sûriyê ancax bi bingeha hiqûqa navneteweyî û bi tevlibûna Kurdan çareser dibe. Em teqez jê bawer in ku ev krîz bi pêkanîna diyaloga navbera aliyên li Sûrî de çareser dibe.”
(AS/YO)