Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandiye ku di êrîşa mûşekî ya artêşa Ukraynayê de 63 leşkerên Rûsyayê yên ku li nêzî Makeyevkayê bûne mirine.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Igor Konaşenkov duh (2ê Kanûna Paşiyê) di daxuyaniyekê de ragihandiye ku artêşa Ukraynayê êrişî yek ji çeperên demkî yên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê li nêzîkî devera Makeyevka ya li herêma Donetskê kiriye.
Konaşenkov diyar kiriye ku ji 6 mûşekên ku ji sîstema fuzeyên piralî ya HIMARS a Amerîkayê hatine avêtin, 2 ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ya Rûsyayê va hatine têkbirin û wiha dewam kiriye: "Di encama teqîna 4 mûşekên bandora wan zêde bûne de, 63 leşkerên Rûsyayê mirine.
Ûkrayna: 400 leşkerên Rûsyayê mirine
Ofîsa Ragihandina Stratejîk ya Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê daxûyanî dabû û gotibû di encama êrişa li dijî navendeke leşkeri ya artêşa Rûsyayê de 400 leşkerên Rûsyayê mirine.
Li gorî nûçeya BBC Tirkî, bloggerekî leşkerî yê Rûsyayî ku bi navê Rybar tê zanîn, nivîsiye ku di êrîşa Ukraynayê de zêdeyî 100 kes birîndar bûne û xebatên rakirina xerabeyan berdewam dikin.
Her wiha Rybar diyar kiriye ku di dema êrîşê de 600 kes di avahiyê de bûne û avahî wekî depoya cebilxaneyê jî dihat bikaranîn.(SD/AY)