Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sergey Çemezov Serokê Rosthehê ku şîrketa berevaniyê ya Rûsî yeji rojnameya Kommersantê re axivî û pirsa derbarê buhayê 4 heb S-400î de bersivand ku wê bifiroşin Tirkiyeyê
Çemezovî agahiyên derbarê firotina 4 S-400î de erê kir û got ku ji bo van Tirkiyeyê 2,5 milyar dolar daye.
Herwiha Çemezovî ragihand ku hevdîtinên ji bo krediya wê bidin Tirkiyeyê jî qediya ne ku Tirkiye wê bi vê krediyê bateryayên S-400î bikire.
Adara 2020ê wê qefleya pêşiyê bê şandin
Çemezov diyar kir ku "Bi tenê maye ku belgeyên xebat li ser wan qediya ne bên erêkirin” û got ku ji sedî 45 wê weke avans were dayîn û ji sedî 55 ê mayî jî wê bi krêdiya ku Rûsya bide were dayîn. Tê plankirin ku qefleya pêşiyê di adara 2020an de were şandin.
Dikare moşekên krûz û balîstîk tune bike
S-400 li dinyayê yek ji baştirîn pergalên parastinê ya hewayî ye û bimirov an bêmirov dikare hemû cûreyên wesayîtên esmanî û hem moşekên krûz û hem jî yên balîstîk tune bike.
S-400 herî zêde dikare 400 kîlometreyî dûr bê avêtin û herî bilind dikare 30 kîlometre bi jor de biçe. Ji bo her hedefê dikare 2 moşekan bavêje û bi di heman demê de 80 hedefan dikare birûxîne.
Bi sewqkirina moşekan re Tirkiyê di nava welatê NATOyê de dê bibe yekemîn welatê ku xwediyê bataryayên S-400î ye. (PT/FD)
* Çavkanî: Sputnik