Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê aşkere kiriye ku wê artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Tirkiyeyê 15 xalên kontrolê ava bike.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê duh ji bo li gel Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê bicive çûbû Soçiyê û li vir ji bo kontrolkirina sînorên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de rêkeftinek îmze kiribûn.
Wezaretê nexşeyek weşandiye
Wezaretê Berevaniyê ya Rûsyayê derbarê mijarê de nexşeyek weşandiye ku tê de xalên kontrolê hatine diyarkirin. Di vê nexşeyê de her weha ew herêm hatine diyarkirin ku wê polîsên leşkerî yên rûsan lê bigerin.
Xalên kontrolê ji derveyî wê herêma be ku Tirkiyeyê di encama operasyona li Rojavayê bi dest xistiye.
5 xalên kontrolê wê li rojavayê vê herêmê heta rojhilatê Feratê, 10 jî wê li rojhilatê Serêkaniyê heta bajarê Dêrika Hemko werin danîn.
Di heman nexşeyê de herêma wê ji hêla tirkan û rûsan were kontrolkirin û herêma ku wê HSDyê jê vekişin jî tê de bi xetên kurt kurt ên reş hatine nîşankirin.
Çi bûbû?
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê duh ji bo li gel Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê bicive çûbû Soçiyê. Li vir zêdetirî 6 saetan civînek pêk anîbûn û piştî wê di civîna çapemeniyê de aşkere kiribûn ku Rûsya û Tirkiyeyê rêkeftinek îmze kiriye. Li gorî vê rêkeftinê biryar hatiye standin ku hêzên kurdan wê 30 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê vekêşin.
Li gorî peymanê, li cihên ku ji derveyê operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê mane, wê hêzên parastina sînoran ên Sûriyeyê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê parastina sînorî bikin. Di rêkeftinê de behsa wî tiştî nehatiye kirin ku bê ka Tirkiye wê kengî ji derên bidest xistiye, derkeve. (FD)
Çavkanî: Sputnik