Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûnerê Sûriyeyê yê Serokatiya Rûsyayê, Aleksandir Lanrentîevî daxuyand ku li Herêmên Ewle yên Sûriyeyê ji bo balafirên hevpeymaniyê jî firîn dê qedexe be.
“Li herêmê ji bo ti aliyan dê destûra firandina balafiran neyê dayin. Nemaze dê ji bo balafirên hevpeymanê destûr neyê dayin.
“Em welatên garantor ji bo pêkanîna vê yekê em ê li hemî liv û tevgeran binêrin. Bi ti awayî ji berê agahî hatibe dayin an nehatibe dayin herêm dê ji bo firînê girtîbe û hew.”
Nûnerî eşkere kir ku welatên rojavayî difikirin ku hikûmeta Esadî ne meşrû ye. Ji bo fikra wan bê guhertin ew ê bixebitin.
Çi bûbû?
Li paytextê Qezakistanê, li Astanayê Tirkiye, Îran û Rûsyayê biryar dabûn ku çar cihan wek herêmên ewle destnîşan bikin. Wan welatan biryara qedexeya firîna balafiran jî da.
Welatên garantor dê hin koman çêbikin ku ew ê pêvajoyê bi rê ve bibin. Di meha Tîrmehê de Civîna Astanayê ya 5. dê bê pêkanîn.(YY/MB)
Wêne: AA
Çavkanî: AA, sputnik