Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Berevaniya Rûsyayê aşkere kir ku Rûsya plan nake li Sûriyê baregeheke nû veke.
Berdevk di daxuyaniya xwe ya ji bo Reutersê de gotibû ku baregeh dê di çarçoveya ‘hevkariya di têkoşîna li dij terorê’ de bê bikar anîn û Rûsya û YPGê derbarê vê mijarê de yekşema derbasbûyî lihev kirine.
Rêdûr Xelîl diyar kiribû ku Rûsya dê li vê baregehê perwerdeya ‘li dij terorê’ bide şervanên YPGê û leşkerên Rûsyayê kamyonên nakliye yên leşkerî û wesayitên leşkerî anîne Efrînê.
“Di çarçoveya paymana bi YPGê re hebûna rûsan, koordinasyona têkoşîna bi terorê re û perwerdeya şer a modern armanc dike.”
Hedef 100 hezar şervan e
Xelîl got ku ew dixwazin YPGê veguherînin artêşekê û di vê çarçoveyê de hejmara şervanan heta orta sala 2017an ji 100 hezarî zêdetir bikin.
Berdevk diyar kir ku hejmara şervanên YPGê zêdetirî 60 hezarî ye û ji serê salê heta niha nêzîkî 10 yekîneyên nû avakirine ku her yek ji wan ji 300 şervanan pêk tê.
“Armanc ew e ku YPG veguheze hêzeke bêhtir rêxistinkirî ya dişibe artêşeke kevneşopî.”
Tirkiyê bertek nîşan da
Derbarê bûyerê de Tirkiyê bertek nişan da. Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş wiha got:
“Em ji bo aliyên peywirdar diyar dikin ku bi ti awayî qebûl nakin li bakurê Sûriyê dewleteke terorê bê avakirin. Rûsya jî DYA jî vê dizanin.
“Yek ji rezervên herê girîng ê Tirkiyê ya derbarê siyaseta herêmê de ev e. Mixabin herêm bi taybetî operasyona Reqqa û Minbicê him DYa û him jî Rûsya dê biryarên xwe yên dawî di ber çavan re derbas bikin.
(YY/FD)
Çavkanî: Reuters, Deutsche Welle Tirkiye, BBC Tirkî, AA, Al Jazeera Tirk