Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Eritreyê re daxuyanî da ji çapemeniyê re pirsên derbarê Sûriyê de bersivandin.
Li gorî nûçeya Sputnikê Lavrov derbarê derbarê pilana herêma ewle ku Serokê Amerîkayê Tramp anîbû ziman de got: “Em ê di hevdîtinên bi hevpişeyên xwe yên Amerîkî re vê mijarê zelal bikin.”
“Em vê daxuyaniya Trump zêdetir ji bo sivikirina barê koçberan a dewletên ewropî dibînin. Heke bi rastî ev wiha be, dibe bi berpirsên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî re kesên ku li Sûriyeyê ji cihên xwe bûne qad werin vekirin.”
“Helbet ji bo van hemûyan divê erêkirina hikûmeta Sûriyeyê hebe”
Çi bûbû?
Hefteya borî Trump di axavtina xwe ya televizyona ABCê de gotibû Yekîtiya Ewropayê bi milyonan penaberên ji Sûriyê û Rojhilata Navîn qebûlkirine, ev yek “şaşî ye” û ew ê pêkanîneke bi vî rengî neke.
Trump her wiha gotibû ku ew li Sûriyê li ser pilansaziya herêmeke ewle dixebirtin.
(YY/YO)