Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku Hêzên Hewayî yê Rûsyayê îro operasyonên xwe yên li Heleba Sûriyeyê radiwestîne.
Sergey Şoygu di axaftina xwe de got: "Hêza Hewayî ya Rûsya û artêşa Sûriyeyê îro seet ji 10.00an pê ve operasyonên xwe yên ser bajarê Helebê radiwestîne. Me rawestandina operasyonê berî plansaziyê îlan kir lê ev ji bo bêhnvedana însanî ya 20ê Cotmehê pêwist bû."
Li gorî daxuyaniyên wezîrê rûsî, milîtanên cihadîst bêyî ku rastî astengiya leşkerên Sûriyeyê werin dê bikarin di korîdora taxên rojhilat ên Helebê de herin û herêmê biterikînin.
Şoygu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku milîtanên cihadîst bikaribin taxên rojhilat ên bajarê Helebê vekişin du koridor hatin vekirin, yek jê li ser rêya Kastiloyê û ya din jî ji herêma bazara Suk El Hayê de derbas dibe.
(AS/YO)