Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu gotibû "ger ku Rûsya ji bo agirbestê û alîkariyên mirovî bi dilsozî bixwaze hevkariyê bike, em amade ne."
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov bersiva van gotinên Çavuşoglu da û ji bo ajansa TASSê got "Ne veşartî ye ku di mijara çareserkirin a qeyrana Sûriyeyê de di navbera Rûsya û Tirkiyeyê nêrînên cuda hene. Ji ber vê yeke lêgerînên Enqereyê yên çareseriyê divê bi awayekî baldarî werin lêkolîn kirin."
“Ji bo serbestiya vizeyê hêj zû ye”
Meşkov li ser serbestiya vîzeyê ya bi Tirkiyeyê re jî dest nîşan kir ku ji bo vê yekê wext hîn zû ye. Li gorî Meşkov sedema vê ew e ku li Tirkiyeyê hîn jî metirsiya terorê û rêxistinên terorîst ên ku dibe ji bo welatiyên Rûsyayê bibin tehdît hene. Meşkov da zanîn ku ji bo Rûsyayê mijara sereke ya ji bo tûrîstên Rûs ên li Tirkiyeyê, ewlehiya wan e.”
(YY/YO)