Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dîwana Federasyonê, dîwana bi ser parlamentoya Rûsyayê re ye, seroka dîwanê Valentina Matviyenkoyê dîyar kiriye ku nameya Recep Tayyip Erdoganê serokkomar rêkirî dikare ji bo başbûna têkiliyên Moskova û Enqereyê bibe bingehek.
Mantvîyankoyê daye zanîn ku ji bo lêborînê Tirkiye dereng maye lê ev yek jî ji lêborînnexwestinê çêtir e.
Ev tiştekê erênî ye ku ‘’hatiye ferq kirin ka çi hatiye kirin.’’
Serokê Dîwana Têkiliyên Navneteweyî, Konstantin Kosaçevî diyar kir xwestina lêborînê ne bes e, divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li ser Sûriye û Iraqê biguhere.
Kosaçevî diyar kiriye ku Erdoganî texmîn nedikir ku Rûsya dê li ser biryara xwe ev çend rijd be û got: ‘’Bandora neyina tûrîstên rûs li beravên Tirkiyeyê û neyîna karkerên tirk li avahiyên Rûsyayê ji hemî tehdîdên leşkerî mezintir bû.’’
Beşên ji axiftina Koşaçevî ev in:
‘’Divê Tirkiye polîtîkayên li ser Sûriye û Iraqê biguhere.
‘’Cidayîyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ji bilî wê trajediya em jê matmayîn(xistina firokeya Rûsyayê) mezin e.
‘’ Ev cidayîyên me li Sûriye û Iraqê dibe sebebên krîzan.
Divê ji bilî gotinên ji bo xwestina lêborînê rayedarên Tirkiyeyê hinek kiriyarên mexseda wan a baş nîşan dide bikin.’’ (EKN/MB)