Ji bo nûçeya Tirkî bike
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Maria Zaharovayê li civîna hefteyane ya digel çapemeniyê bersiva pirsên li ser Operasyona Cerablûsê ya TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) daye.
‘’Çavên me li Tirkiyeyê ne.’’
Li gor nûçeya Spûtnîkê Maria Zaharovayê bang li Tirkiyeyê kiriye û gotiye divê Tirkiye êrîşan li YPGyê neke û hevalbendiyê digel hikûmeta meşrû ya Sûriyeyê bike.
Zaharovayê gotiye: ‘’Em bang li hevalbendên xwe yên ji Tirkiyeyê dikin ku bila ew armancên xwe hilbijêrin, bila ew li hêzên mixalif û li hêza kurdên ji Sûriyeyê jî tê de li hêzên li dijî DAIŞê şerî dikin nede. ‘’
‘’Operasyona Reqqayê bi paş dikeve.’’
Zaharovayê daye zanîn ku hêza sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG(Yekîneyên Parastina Gel) e. Dema ku ew bala xwe didin ser şerê digel Tirkiyeyê operasyona li ser Reqqayê jî bi paş dikeve.
Operasyonên Amerîkayê
Zaharovayê ji bo operasyonan gotiye: ‘’Hevpîşeyên me yên ji Amerîkayê bi rastî jî nizanin ka ew çi dikin, armanca wan ne dîyar e û kiriyarên wan jî tevlihev in.’’ (AS/MB)