Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kom bû, Rûsyayê reşbeleka “li Sûriyeyê îlankirina agirbesteka ji bo 30 rojan” red kir.
Lijne bi banga Swêd û Kuwêtê kom bûbû. Ji bo gihandina alîkariya mirovî û veguhestina birîndaran li Sûriyeyê ji bo 30 rojan şer dê bihatiya sekinandin.
Bixwîne - HRW: Li Efrînê 27 sivîl mirine, çêdibe hersê êrîş jî ne hiqûqî bin
Balyozê Federasyona Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî, Vassily Nebenziayî diyar kir ku reşbeleka ji bo agirbestê “popûlîst” e. Li gor balyozî ev bi tenê gaveka sembolîk e û li meydanê nikare tiştên pêwîst bêne kirin.
Cihgirê Balyozê Amerîkayê yê li Netweyên Yekbûyî, Kelley Curie eşkere kir ku Rûsya dibe astenga wan gavan ku dê bombardimana li Gutayê bide sekinandin.
Bombardimana li Gutayê
Hêzên Asîmanan yên Sûriyeyê ji asîmanan êrîşî bakurê Gutayê kirine, bi êrîşê 77 kes mirine, 20 ji miriyan zarok bûne.
Li gor nûçeyên rojnameya Brîtanyayê ya bi navê Telegraph û Ajansa Fransîyan ya Nûçeyan(AFP) li herêmê ya kêm 100 sivîl mirine.
Berdevkê Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî, Farhan Haqî diyar kir ew ji bo 400 hezar sivîlên li bajarê Gutayê di fikarê de ne.
Haqî eşkere kir jin û zarok jî tê de gelek sivîl mirine. “rewşa 127 zarokan xerab e û metirsîya mirinê ji bo wan heye.”
Ji bo dîtina daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li vê derê bitikîne.
Wêne: Mohammed Elshamy/ AA