Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sergey Ryabkov Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li Moskowê ji rojnamegeran re axivî û ew îdiayên heyeta Ingîltereyê qebûl nekir. Rayedarên Ingilîz gotibûn ku Rûsya û Sûriye astengiyê li pêşiya xebatkarên Rêxistina Peşîlêgirtina Çekên Kimyewî (OPCW) derdixe û nehêle wezîfeyê li Dûmayê bikin ku hatîbû îdiakirin li Dûmayê êrişa kimyewî pêk hatiye.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got ku ew îda ne rast in û Rûsya ji destpêkê ve alîgirê lêkolinê şopandina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ye.
Ryabkovî her wiha diyar kir ku “Heke tiştekî weke vê (êrîşa ku roja Şemiyê li hemberî Sûriyeyê pêk hatiye) dubare bibe ev wê tenê nelihevkirinên li qada navnedeweyî zêde bike” û got ku di êrîşeke din de wê bertek dijwartir bin.
Sergey Ryabkovî di berdewamiya axavtina xwe de wiha got: “Hemû welatên ku wê beşdarî vê bibin, dê bi pêşberî hiqûqa navnetewî bibin berpirs”.
“Trumpî dixwest li Sûriyeyê li hêzên Rûs û Îranê bida”
Di vê navberê de li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ), di civînên Konseya Ewlekariya Milî ya DYAyê, Trump dixwast ku li Sûriyeyê li hedefên Rûsya û Îranê bide.
Li gorî nûçeya ku agahiyên xwe dispêre rayedarên nêzîkî Konseyê, Jim Mattis Wezîrê Berevaniya DYAyê sê vebijark pêşkêşî Koşka Spî kiriye. Di vebijarka yekê de divê êrîş li hemberî çekên kimyewî yên Sûriyeyê, ya duyê êrîşeke berfirehtir a li hemberî avahiyên çêkir û lêkolîna çekên kimyewî û navendên fermandayinê yên leskerî bûye.
Nûçeya WSJyê diyar kiriye ku di vebijarka sêyê de bêyî dest bidin mekanîzmayên siyasî yên Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esadî, êrîşê bibin ser hin avahiyên “İranê û sîstemên berevaniyê yên hewayî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê. Bi vê jî armanca ew e ku bandora hêza hikûmeta Sûriyeyê bişkînin.
WSJyê destnîşan kiriye ku Trump li ser vebijarka sêyê sekiniye lê Mattisî ji bo vebijarkên yek û duyê ew qanih kiriye. (PT/FD)