Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ji ber rewşa nebaş ên sivilên li Helebê Artêşa Sûrî operasyonên xwe yên li bajêr dane sekinandin.
Li gorî nûçeya Sputnik Kurdistanê Lavrovî ragihand ku ev biryar ji bo tehliyekirina sivîlan hatiye dayîn.
Lavrov wiha got:
“Ji bo wan sivîlên li rojhilatê Helebê yên dixwazin derkevin, operasyona herî mezin destpê kir.
Konovoyeke nêzî ji 8 hezar kesî pêk tên. Ev operasyoneke bêhempa ye. Rê 5 kîlometre ye.
“Ez vê ji Hamburgê dibêjim lê agahiyeke wiha hat û muhtemelen, hevkarên min ên Sûriyeyê dê agahiyan bidin.”
(YY/YO)