Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrovî diyar kiriye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne amade ye ku daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo Sûriyeyê pêk bîne.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî li parlamentoyê gotibû:
“Piştî ku em herêmê ji dagirkirina terorê xelas bikin em ê bi piştgirîya hêzên navneteweyî plana xwe bidin destpêkirin.
“Em ê bi ser (Amerîkayê) de biçin de ku em bi hev re kar bikin. Lê heke nebe em ê bi rêya xwe ve biçin.”
Li gor nûçeyeka Sputnîkê, Amerîkayê nexwestiye bi Tirkiyeyê re rasterast hevkarîyê bike.
“Amerîka dixwaze di nav hêzên hevpeymanîyê de Tirkiye jî polîs û leşkerên xwe bi cih bikin.”
(PT/MB)