Stranbêj Rûşen Alkar wê li ser "Çanda Dengbêjiyê û Zayenda Civakî" biaxive. Alkar wê behsa li ser bicihbûna rahênana dengbêjîyê ya li navendên wekî Nisêbîn û Midyadê û li ser rola muzîkjenên jin yên ku di nav vê rahênanê da cih digirin biaxive.
Gotara ku Ruşen Alkar nivîsandîye û bûye mijara semînerê “Çanda Dengbêjîyê û Zayenda Civakî: Mînaka Midyadê” xwe dispêre lêkolîneke qadê ya ku navendên Midyad, Qoser û Nisêbînê vedigire nava xwe; daneyên ku hatine berhevkirin bi amrazên têgînî hatine analîzkirin. Di maweya lêkolînê da lêhûrbûn li derdora rabêja komên ku xwe wekî sunî û kurmanc bi nav kirine pêk hatîye, lê raya kesên ku xwe wek mihelmî pênase dikin jî rengê xwe daye lêkolînê.
Bernameya bi navê "Çanda Dengbêjiyê û Zayenda Civakî" 14ê Adarê roja şemiyê saet di 17.30 deqîqeyan de li Stenbolê wê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî pêk were. Prof. Dr. Belma Ogûl wê moderatoriya bernameyê bike. (FD)