Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, rapornivîsê bianetê û berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Erol Onderoglû û Ahmet Nesînê rojnameger cara duyê hatin dadkirin.
Onderoglû, Korur-Fîncanci û Nesîn bûbûn berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê û bi “propagandakirina ji bo rêxistina terorî” hatibûn desteserkirin.
Di 21ê Adarê de, dadkirin dê dom bike.
Rojnamegerên nobedar li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê têne dadkirin.
Nûner û berpirsên rêxistinên rojnamegeran û saziyên parastina mafan jî çavdêrî li dadkirinê kirin.
Zimannasa Necmîye Alpay ku ew jî bûbû Nobedara Weşanê û hatibû dadkirin, rojnamegerê Fatîh Polat û Esra Mungana ku yek ji Akademîsyenên Aştîxwaz e, çavdêriya dadkirinê kirin.
Doza Kizilkayayî ket di nav lêpirsîna giştî de
Bi biryara dadgehê doza dadkirina berpirsê, weşana Giştî ya Ozgûr Gûndemê Înan Kizilkayayî digel doza Nobedarên Weşanê re giha hev.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.(BK/MB)