Fotograf: AA
Serokomarê Îranê Hesen Rûhaniyî gotiye, hema bêje şewba vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) li hemû eyaletên Îranê bela bûye.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokomariya Îranê hatiye dayîn, Ruhaniyî di civîna Lijneya Wezîran de axiviye û behsa şewba Kovîd-19ê kiriye ku li welêt bela dibe.
Ruhaniyî gotiye ku Kovîd-19 nexweşiyeke şewbê ye û wiha dewam kiriye: "Vîrusa koronayê hema bêje li hemû eyaletên me bela bû. Gelek welatên dinyayê enfekte bûn û nexweşiyeke kurewî ye. Divê em bi tevdîr û tevkariyê ve di demeke kin de ji vê pirsgirêkê xelas bibin."
Ruhaniyî destnîşan kiriye ku "Ez soz didim, bi piştgiriya kadroyên me yên tenduristiyê yê pispor, bi îrade û tevkariya gelê me em êdî demeke kin de ji vê krîzê rizgar bibin."
Wezîrê Pîşesaziyê jî nexweş e
Li Îranê heta niha 92 kes ji ber vîrûsa covîd-19yê mirine û 2 hezar û 336 kes jî bi vê nexweşiyê ketine.
Hatiye ragihandin, Wezîrê Pîşesazî, Kanza û Bazirganî yê Îranê Riza Rehmanî jî bi vîrûsa Kovîd-19yê ketiye. Herweha Alîkara Serokomar, Mesûme Îbtîqar, Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Îraç Herîrçî û 23 parlamenter jî bi vîrusa covîd-19yê ketine.
Li Silêmaniyê kesek ji ber vîrusê miriye
Li bajarê Silêmanîyê yê Herema Kurdistanê yekemîn haleta mirina bi vîrusa Kovîd-19ê hatiye tomarkirin. Li gor nûçeya Rûdawê kesê ku ji ber vîrusê mirîye, melaye û temenê wî 70ye.
Herweha heta niha li Herêma Kurdistanê 6 kes bi nexweşiya vîrusa Kovîd-19yê ketine, ku hemû li bajarê Silêmaniyê ne.
Di heman deme de Deriyê Sînor ê Xabûrê yên di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de ye, ji ber vîrusa Koronaya Nû (KOVID-19) hatiye girtin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bi hezaran tir li ser sînor asê mane û ajovanên tiran ji ber ku tevdîrên tenduristiyê nayên girtin gilî û gazinca dikin.
Hejmara kesên vîrus li wan peyda bûye zêde dibe
Li seranserê cîhanê hejmara berketiyên vîrûsa Kovîd-19yê her diçe zêdetir dibe.
Li Çînê di nav 24 saetên dawîn de ji ber vîrusê 38 kes mirine û di 119 kesan da jî Kovîd-19 hatiye tesbîtkirin. Herweha li Çînê heta niha hejmara kesên ji ber vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) mirine derketiye 2 hezar û 983yan.
Li Washîngtona Amerikayê li gor amarên dawîn hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirine geyîştiye 9an, yên ku vîrûs lê peyda bûye li 15 eyaletan derketiye 108an.
Li Îtalyayê 79 kes mirine
Li Îtalyayê heta niha hijmara kesên ji ber vîrusa Kovîd-19yê mirîne gihîştiye 79an û yên ku nexweşî pêre hatiye tespîtkirin derketiye 2 hezar û 263 kesan.
Li welêt ji ber belavbûna vîrûsa koronayê ya bi tîpa nû pêşbirka nîvefînala Qupaya Îtalyayê ku wê îşev di navbera Juventus û Milanê da bihatina lîstin, hat taloqkirin.
Li cîhanê 93 hezar kes bi nexweşiyê ketine
Heta niha li tevahiya Cîhanê ji 93 hezarî zêdetir kes li ber vîrûsa covîd-19yê ketî ye.
Li gor malpera "Worldometer"a ku lê daneyên rojane yên derbarê berketîyên vîrûsa covîd-19yê li seranserê Cîhanê weha ne:
"Koreya Başûr 5 hezar 328, Îtalya 2 hezar 502, Îran 2 hezar 336, Japonya 1005, Fransa 212, Almanya 203, Îspanya 165, ABD 128, Sîngapur 110, Swîsre 58, Quweyt 56, Îngiltere 51, Bahreyn 49, Tayland 43, Awistralya 42, Malezya 36, Kanada 33, Norwec 33, Iraq 32, Swêd 30, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban 27, Awistirya 24, Hollanda 23, Hindistan 22, Vîetnam 16, Belçîka 15, Îsraîl 15, Îzlanda 14, Libnan 13, Uman 12, San Marîno 10, Danîmarka 10, Hirvatistan 9, Cezayir 8, Qeter 8, Yewnanistan 7, Finlandiya 7, Ekvador 7, Meksîka 6, Çekya 5, Pakistan 5, Belarus 4, Portekîz 4, Romanya 4, Rusya 3, Filîpînan 3, Azerbaycan 3, Gurcistan 3, Brezilya 2, Endonezya 2, Misr 2, Senegal 2, Estonya 2, Zelandaya Nû 2, Îrlanda 2, Efxanistan 1, Andorra 1, Ermenistan 1, Kamboçya 1, Komara Domînikê1, Urdin 1, Litvanya 1, Letonya 1, Luksemburg 1, Lihtenştayn 1, Fas 1, Monako 1, Nepal 1, Nîjerya 1, Makedonyaya Bakur 1, Erebiytana Siudî 1, Srî Lanka 1, Tunis 1, Şilî 1, Arjantîn 1, Ukrayna 1, Polonya 1." (AY/FD)
Çavkanî: MA, AA, Rûdaw