Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
RTUKê(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan) weşana sê qenalên Herêma Kurdistana Iraqê ya li ser seteleyta Turksatê sekinand. Hersê qenalên weşana wan li ser Seteleyta Turksatê hatîn sekinandin Rûdaw TV, Waar TV û Kurdistan24 TV ne.
Referandûma li Herêma Kurdistana Iraqê tê kirin didome. Endamên RTUKê ji bo qenalên Herêma Kurdistana Iraqê civîya.
Piştî civînê RTUKê biryar da weşana li ser Turksatê ya hersê televizyonan jî bisekinîne.(HK/MB)