Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) lêkolînek nû li ser navnîşanên "dw.com" û "dwturkce.com" kir, ku ji ber nebûna lîsansa weşanê hatibûn astengkirin.
Di nirxandina xwe ya dawî de Serokatiya Daîreya Çavdêrî û Nirxandinê diyar kir ku malperên ku behsa wan tê kirin tenê naveroka nûçeyên bihîstwerî-dîtbarî dihewîne ku dikarin di çarçoveya çalakiyên çapemeniyê de werin hesibandin. Her wiha diyar kir ku "naveroka ku berê wekî bifikar dihatin ditîn, hatiye rakirin."
Li ser vê yekê, astengkirina gihîştina malperên ku behsa wan tê kirin hate rakirin.
Lêbelê, îro di jêpirsîna e-devletê de navnîşana dwturkce.com bi biryara 17ê Mijdara 2023an 9emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê a Enqerê ya weke astengkirî xûya dike. Li ser dw.comê jî tu biryarek astengkirinê nîne.
Li ser dw.comê jî çi biryarek dadgehê tune.
RTUKê di 30ê Hezîrana 2022an de piştî ku DWyê şertê serlêdana lîsansê ya berdewamiya weşana înternetê bo Tirkiyeyê qebûl nekiribû biryara astengkirina DW tirkiyê dabû.
(HA/AY)
