Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) duh êvarê malperên nûçeyan ên Amerikanin Sesi (Dengê Amerîka) û Deutsche Welle (DW) li Tirkiyeyê asteng kiriye. Her du malper bi biryara 1emîn Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê hatine astengkirin.
RTUKê di 9ê Sibatê de ragihandibû ku ji bo wergirtina lîsansê wan sê roj dem daye Amerîkanin Sesîyê, DW Turkçe û Ewuronews Turkçeyê û gotibû ger lîsansê wernegirin dê malperên wan asteng bike.
Endamê RTUKê Îlhan Taşçi li ser hesabê xwe yê medyaya civakî astengkirina malperên nûçeyan ên navborî bi van gotinan ragihandiye: "A ji te re azadiya çapemeniya û demokrasiya pêşketî!" (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê