Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonan ya Tirk (RTUK) bi tawana ‘heqaret li Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdoganî kiriye' ji Turksatê xwest ku weşana Yol TVyê were qutkirin.
Desthilatên Lijneya Bilind derbarê mijarê de agahî ragihandin û dan zanîn qerar duhî di komcivînê de hatiye dayîn.
Di qerara RTUKê de hat gotin:
“Li gorî madeya 29ya yaseya jimare 6112, dezgehên ku weşana xwe de pesnê rêxistinên terorî didin û dijminahiyê di nav civakê de serdest bikin, divêt bên girtin.
“Dezgeha me derheqê Yol TVyê de di çarçoveya van yaseyan de qerara girtinê daye.”
(EA/YO)