Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) di civîna xwe ya îro de, Halk Tv, HaberTurk, TELE1, Netflix û Spotify ceza kiriye.
Saziya Bilind beriya niha ji ber ku di fîlmê bi navê Kampa Jurrasic World Kretase de karakterên LGBTI+ hebûn, ji Netflixê xwestibû nîşandana wî fîlmî betal bike. Niha jî heman fîlm li dijî prensîbên weşangeriyê nişan daye.
Wezareta Malbatan û Xizmetguzariyên Civakî giliyê vî fîlmî kiriye û ji ber ku du keç di fîlmî de maçî hev dikin, RTUKê biryar daye ku fîlmî nirxên netewî û yên manewî, prensîba parastina exlaqê giştî û malbatan binpê kiriye. Ji ber vê sedemê ceza daye Netflixê.
Spotify wê lîsteyan rake
Saziya Bilind her weha ji ber hin muzîkan biryar daye ku ceza li Spotify-yê bibire.
RTUKê ev ceza ji ber sernavên lîsteyan û bi hinceta heqaret li nirxên netewî û manewî kiriye, ew biçûk xistine, propagandaya FETOyê kiriye, heqaret li Serokomarê Tirkiyeyê, serokên partiyên siyasî û rayedarên dewletê kiriye daye Spotify-yê. Sazî wê wan lîsteyan rake.
Ceza daye sê kanalên televîzyonan
RTUKê bi sedema ku ji temaşevanên xwe alîkarî kom kiriye û qezenceke neheq bidest xistiye, biryara dadgehê ya derbarê qedexeya weşanê de bicih neaniye, du cezayên cida li TELE1ê biriye. Ji ber du bernameyên cida û bi hinceta ku heqaret li nirxên netewî û manewî, Serokomarî, Wezîrê Karûbarên Derve û rayedarên Wezaretê kiriye jî ceza li Halk TVyê biriye.
RTUKê ji ber serlêdana Serokatiya Karûbarên Diyanetê, bi hinceta ku di bernameya “Teke Tek Bilim”ê de Celal Şengorî heqaret li nirxên dînî kiriye, ceza li HaberTurk TVyê biriye. (HA/FD)