Haberin Kürtçesi için tıklayın
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) bi sedema ku rêzikên weşanê binpê kirine, cezayê pereyan li FOX TV, Halk TV, Flash Haber û TELE1ê biriye. Saziyê ji sedî 3 cezayê pereyan li her yek ji saziyan biriye.
RTUKê ji ber ku pêşkêşvana bultena nûçeyan Gulbîn Tosûnê derbarê parastina mafên jinan de axiviye ceza li FOX TVyê biriye. Tosûnê di bultenê de gotiye ku “Feraseta Tifaqa Komarparêz a bi beşdariyên dawiyê re bûye rastgira tundrew, ji we dixwazin hûn nexwînin, kar nekin. Serokomar bi xwe, feraseta xwe ya ku dibêje wezîfeya jinan welidîna zarokan e, dema hevjîna Mehmet Alî Çelebiyî hişyar kir, derxistibû holê. Nexwîne, di encamê de nexebite, zarokan bîne, li malê rûnê, ger tu bikaribî veqete nefeqeyê destine, bi wî rengî neçar bibe ku li dijî tundakariyê bi tenê gotinekê jî nebê… Ew tişta ku di sedsala duyem a Tirkiyeyê de ji jinê re tê xwestin ev? Ma ne we digot beriya AK Partiyê navê jinan nebû?”
Lijneyê di sedema cezakirinê de gotiye ku Tosûnê “nasnameya xwe ya rojnamegeriyê daniye hêlekê û weke nûnera partiya siyasî ya mixalefet helwestek nişan daye” û rêgezên weşangeriyê binpê kiriye, ceza daye kanalê.
RTUKê ji ber bernameya Ayşenûr Arslanê ceza daye Halk TVye ku Tûrgût Kazan mêvanê bernameyê bû. Nirxandina wan a derbarê erdehjê de bûye sedema cezayî.
Her weha ji ber bernameya bi navê 18 Deqîqeyan a Merdan Yanardag û Prof. Dr. Emre Kongarî ya derbarê alîkariyên erdehjê bûye sedema cezayî.
RTUKê ji ber mêvanekî di bernameya Flash TVyê de polîtîkayên hikûmetê yên di dema hilbijartinê de rexne kirine, ceza daye kanalê. (HA/FD)